Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsekê bi navê O.Y. li navçeya Silopyayê ya Şirnexê bi wesayiteka zirxkirî du zarok kuştibûn. Yek ji zarokên mirî Muhammed Yıldırımê 7 salî bû, yê dî birayê wî Furkan Yıldırımê 6 salî bû.
Bûyer sala 2017ê pêk hatibû û polîs dihat dadkirin. Li gor agahiyên destkeftî polîsê navborî li karê xwe vegeriyaye.
Bixwîne - Polîsê ku li Silopiyê bû sedema mirina du zarokan hat girtin
Polîsa li Dadgeha Cezayên Giran a 2. a Cizîrê dihat dadkirin. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, dadgehê biryar daye “kêm qusûrên bersûcî hene” divê cezayê herî kêm ji bo bersûcî bê dayin. Parêzerên zarokan gotine:
“Qey wesaît ê bê cezakirin”
Rûniştina 8. ya dadkirina polîsî temam bûye. Rûniştina 9. dê 31ê Gulanê be.
Çi bûbû?
Li taxa Karşiyakayê ya navçeya Silopiyê ya Şirnexê di 3yê Gulanê de panzera polîsan a bizirx ji ber sedemeke ku nehatiye zanîn li dîwarê xaniyekî da û ket nava malê.
Bixwîne - Panzêra polîsan ket nava malê, du zarok mirin
Panzêrê piştî ku dîwar rûxand û heta nava odeyê çû û di encamê de bû sebeba kuştina Muhammed Yildirimê 7 salî û birayî wê Furkan Yildirimê 6 salî.
(AS/MB)