Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Agiriyê Leyla Aydemîra 4 salî piştî ku winda bûbû bi 18 rojan cesedê wê hatibû dîtin. Di doza Leyla Aydemîrê de 7 bersûc ji nûve dihatin dadgehkirin. Heyeta dadgehê ji bo 7 bersûcan jî biryara beraetê daye.
Erdogan Tûnc, parêzerê malbata Leyla Aydemîrê gotiye ku ew ê li dijî vê biryarê, serî li dadgeha îstînafê bidin.
Yûsûf A. apê Leyla Aydemîrê yê ku berê tehliye bûbû, Y.A., B.D, H.D, M.A, M.A û A.A.yê ku bêyî bên girtin dihatin dadgehkirin, beşdarî danişînê bûne. Dadgehkirin li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê pêk hatiye.
Danişînek beriya niha dengek pêşkêşî heyeta dadgehê hatibû kirin ku li gorî îdiayê têkildarî bûyerê ye. Îro deşîfrasyona wan dengan li dadgehê hatiye xwendin.
Di wî dengî de tê îdiakirin ku, di dema wendabûna Leyla Aydemîrê de, ekîbên AFADê dibêjin wan dengê Leylayê li kulînê bihîstiye, lê apê Leylayê ji xebatkarê AFADê re gotiye ‘deng neke, ger bibihîzin wê min bikujin’.
ParêzerErdogan Tûnçî, dema ku derbarê qeyda deng de agahî dida, serokê heyeta dadgehê ketiye navberê û di navbera Tûnçî û serokî de nîqaş derketiye. Tûnçî, ji serokê dadgehê re gotiye ku "We lêpirsînê mehf kir. Hûn destûrê nadin ku ez biaxivim. Hûn xwe li ser serê me dikin serok. Hûn vê erkê ji ku werdigirin?" Serokê dadgehê jî gotiye ku: "Ez vê, wi erka xwe ya qanûna mihakemekirinê ya cezayan (CMK) distînim."
Pişt re Tûnçî wiha dewam kiriye: "Di serî de bersûcan sûc înkar kirin. Bila kes bi aqlê kesî henekan nekin. Dixwazin demildest dozê bigirin. Divê li beramberî vî dengê ku me pêşkêşî dadgehê kiriye, cidî bin û divê bê lêkolînkirin. Peywirdarên AFADê li wir hevparê sûc in. Daxwaz dikim ku hemû bersûc bên girtin û bên cezakirin." Serokê Dadgehê diyar kiriye ku dengên ku Tûnç pêşkêşî dadgehê kiriye wê tu bandor li dozê neke û daxwaza nivîsandin û lêkolîna naveroka deng red kiriye.
Dozgerî nêrîna xwe ya derbarê dosyayê de pêşkêş kiriye û xwestiye ku her heft bersûc jî werin cezakirin.
Lê heyeta dadgehê biryara beraetê ji bo her bersûcekî daye. (AÖ/FD)