ÊLİH
Zarokê 5 salî dema li malê bi tifingê lîstiye xwişka xwe kuştiye
Ekîbên tenduristiyê D.Ç. birine Nexweşxaneya Dewletê ya Sasonê û tevî hemû midaxeleyan ji mirinê nefilitiyê.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Sasonê, navçeya Êlihê zarokê 5 salî dema bi tifinga nêçîrê ya bavê xwe lîstiye bi nezanî xwişka xwe ya 2 salî kuştiye.
Li gundê Yuvaliçaya serbi navçeyê Y.E.Ç. li malê dema bi tivinga nêçîrê ya bavê xwe dilîze, gule li xwişka wî dikeve û birîndar dibe.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê yên 112ê û cendirme çûne cihê bûyerê.
Ekîbên tenduristiyê D.Ç. birine Nexweşxaneya Dewletê ya Sasonê û tevî hemû midaxeleyan ji mirinê nefilitiyê.
(AO/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.