TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
NÛÇE
Rûpela 38
12 fezlekeyên nû şandine parlamentoyê
12 fezelekeyên ku derbarê 10 parlamenterên HDPê û DBPê de hatine amade kirin, şandine parlamentoyê.
26 Çile 2022
Koçberên Afganistanî li Osloyê Talîban protesto kirine
Dîplomatên YEyê, DYAyê, Ingilistanê, Fransayê, Îtalyayê û Norwecê bi Talîbanê re li Osloyê dicivin. Mijara sereke ya hevdîtinan xizaniya ku li Afganîstanê berdawam dike ye û 10 mîlyar dolarên ku welatên Rojava bloke kirî ye. Koçberên Afganistanî yên li Osloyê ne li dijî van hevdîtinan nerazîbûn nîşan dane.
25 Çile 2022
Hezar û 32 welatî: Rêveberiya welatê me bi lez û bez ji rêgezên demokratîk dûr dikeve
Hunermend, nivîskar û helbestvan, hiqûqnas û zanyar jî di nav de hezar û 32 welatiyan daxuyaniyek weşandiye û gotiye li Tirkiyeyê rêveberî bi lez û bez ji rêgezên demokratîk dûr dikeve.
25 Çile 2022
Li Ammanê pêşeroja hevbeş ya Kurd û Ereban hatiye nîqaşkirin
Li Ammanê bi armanca xurtkirina pêwendiyên di navbera Ereb û Kurdan de konferansek pêk hatiye. Komîteya Hewldana Kurd-Ereb û Navenda Lêkolînên Siyasî ya Qudusê konferans saz kiriye. Ebrû Gunay, Berdevka HDPê jî tevlî konferansê bûye.
25 Çile 2022
Armen Sarkîsyan, Serokomarê Ermenistanê îstifa kiriye
Sarkîsyan destnîşan kiriye ku ew weke serokomar xwediyê wê hêza qanûnî nîne ku pirsgirêkên derveyî û navxweyî çareser bike. Her weha Sarkisyan diyar kiriye ku hin komên siyasî ew û malbatî kirine hedef.
24 Çile 2022
Komîsyonê ji bo ku Guzela HDPyî parastina xwe bike dem diyar kiriye
Ji bo ku parêzbendiya Parlamentara HDPê Semra Guzelê bê rakirin Komîsyona Amadekariyê hatibû avakirin. Komîsyonê ji bo ku Guzel parastina xwe bi nivîskî û devkî bike dem daye wê.
21 Çile 2022
Dema serlêdanê ya ji bo dersên bijarte wê heta 7ê Sibatê dewam bike
Wezareta Perwerdeyê ya Netewî aşkere kiriye ku ji ber şert û mercên giran ên zivistanê, wan pêvajoya serlêdanê ya ji bo dersên bijarte heta 7ê Sibatê dirêj kiriye.
20 Çile 2022
Demîrtaş: Tecrîdê bidawî bikin, bila Ocalan biaxive
Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşî bersiva pirsên Rojnameya Yeni Yaşamê daye û ji bo daxuyaniya Erdoganî ya derbarê “Îmraliyê” de wiha gotiye: "Ne helwesteke exlaqî ye ku mirov him tecrîdeke giran bisepîne û him jî weke Serokomarekî li ser navê Ocalanî biaxive."
20 Çile 2022
Biden: Rûsya ji bo helwesta welatên Rojava fam bike wê bikeve Ûkraynayê
Joe Bidenî di yekem salvegera destpêkirina karê xwe de rojeva cîhanê û DYAyê nirxandiye. Li gorî pêşbîniyên Bidenî, Rûsya "Ji bo helwesta Rojava, DYA û NATOyê fam bike” wê bikeve Ûkraynayê.
20 Çile 2022
DIERG: Divê dema serlêdanên dersa bijarte were dirêjkirin
Ji ber şert û mercên nerênî yên hewayî dibe ku heta dawiya vê hefteyê xwendekar neçin dibistanê. DIERGê pêşniyar kiriye ku divê dema serlêdanên dersa bijarte heta 14ê Sibatê were dirêjkirin.
19 Çile 2022
500 hezar dersdêr li bendê ne were tayînkirin, wê tenê 15 hezar tayin bibe
Mahmût Ozer, Wezîrê Perwerdeyê gotiye, “Di 31ê Kanûna Paşiyê de 15 hezar dersdêr wê were wezîfedarkirin. Ji wan sedî 50 wê ji bo Stenbolê be. Hejmara dersdêrên ku li bende ne were tayînkirin jî 500 hezar 41 e.
19 Çile 2022
Ji ber berfê li 52 bajaran dibistan venebûne
Li 52 bajar û navçeyan ji ber barîna berfê îro wê dibistan venebin. Li hin bajaran perwerde bi awayekî online dewam dike.
19 Çile 2022
“Em dikarin yekîtiyeke xurt ava bikin da ku hevîyê mezin bike, baweriyê bide”
Bi banga HDPê EMEP, EHP, Halkevlerî, HDP, SMF, TÎP, TOP û TKPê li Enqereyê civîna xwe ya destpêkê sazkirin e. Civîna destpêkê bi peyama “Em dikarin yekîtiyeke xurt ava bikin da ku hevîyê mezin bike, baweriyê bide” biencam bûye.
19 Çile 2022
Pervîn Bûldan: Hevpeymana me vîna gel ya li dijî qeyûm e
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPê gotiye, “Cihêkî ku HDP lê sekiniye cihê gotûbêj û diyalogê ye. Cihê aştî û çareseriya demokratîk e.”
18 Çile 2022
Dadgeha Destûrî: Rêjeya serlêdanên şexsî di 8 salan de ji sedî 221 zêde bûye
Di sala 2014an de 20 hezar û 578 serlêdanên şexsî hatibû kirin her weha li beramber vê di sala 2021an de 66 hezar û 121 kesan ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdanên şexsî kirine.
18 Çile 2022
Li Wêjegeh Amedê wê “Kargeha Çîrokan” pêk were
Di encama Kargeha Çîrokan a li Derve de wê beşdar çîrokeke tematîk binivîsin. Kargeh wê 6 hefteyan dewam bike.
18 Çile 2022
HDP wê bi partiyên çep re bicive
Olûçî diyar kiriye ku wê sibê li Enqereyê bi banga HDPê partiyên çepgir kom bibin û wê li ser polîtîkayên aboriyê û hilbijartinan biaxivin.
17 Çile 2022
"Di qada hiqûqê de xebatên Kurdî berfirehtir dibe lê beşdarî kêm e"
Piştî ku Baroya Amedê Komîsyona Zimanê Kurdî ava kir, li Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Wan û Rihayê jî Komîsyonên Zimanî ava bûn. Komîsyon du sal in karên xwe dewam dikin. Li Mêrdîn û Rihayê ji bilî kurdî bi Erebî û Suryanî jî xebat tên kirin.
14 Çile 2022
Ozan Polat
DIERG: Divê dersên kurdî bibin mecbûrî
Hewldana Reform û Şopandina Perwerdeyê ya Amedê (DÎERG) diyar kiriye ku dersên bijarte yên olî û yên ji bo amadekariya ezmûnên lîseyan derfeta bijartina dersa kurdî ji holê radikin.
13 Çile 2022
Fezlekeya Semra Guzelê şandine Meclîsê
Fezlekeya ku derbarê Semra Guzel, Parlamentera HDPê de hatibû amadekirin, şandine Serokatiya Meclîsê.
12 Çile 2022
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Rojnameger Huseyîn Narliyî wê roja pêncşemê bisipêrin axê
Huseyîn Narliyê ku di 9ê Kanûna Paşiyê de çûbû ser dilovaniya xwe wê di 13ê Kanuûna Paşiyê de bisipêrin axê. Huseyîn Narli 30 sal in ku li sirgunê, jiyana xwe ji bo ronakbiriya elewîtiyê û rizgariya ked û gelan mil bi mil têbikoşin bexşandiye.
12 Çile 2022
Akademîsyenên Aştîxwaz: Em biryarên we yên redkirinê red dikin
Akademîsyenên Aştîxwaz di salvegera 6an a daxuyaniya xwe ya Em ê nebin şirîkê vê sûcî” de, bang li Komîsyona Rewşa Awarte kir û got: "Em biryarên we yên redkirinê red dikin".
11 Çile 2022
Bahçeli: Bila HDP û TTB werin girtin
Serokê MHPyê Bahçeliyî di civîna koma partiya xwe de HDP, Serokê CHPyê Kiliçdaroglû û TTB ji xwe re kiriye hedef. Bahçeliyî daxwaza xwe ya ji bo girtina HDPyê dubare kiriye û cê carê xwestiye TTB jî were girtin.
11 Çile 2022
Serokê Meclîsê Şentop: "Divê parêzbendiya Semra Guzelê bê rakirin"
Serokê Meclîsê Şentop jî tevlî nîqaşên li ser wêneya Semra Guzelê ya ku bi Volkan Borayî re bûye. Bora di 2017an de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû kuştin. Li gor Şentopî wêneyên ku di 2014ê de hatiye kişandin delîle ku "tu mesafe di navbera Guzelê û terorê de nîn e". Guzel di sala 2018an de bûbû parlamenter.
11 Çile 2022
Tirkiyeyê ji bo Ermenistanê “nûnerê taybet” wezîfedar kiriye
Serdar Kiliç, Balyozê Washîngtonê yê bere wê di navbera Tirkiye û Ermenistanê de hevdîtinên 'asayîbûn'ê birêve bibe.
11 Çile 2022
Dosyeyên parêzbendiyê yên 9 parlamenteran şandine meclîsê
10 dosyeyên parêzbendiyê yên derbarê 9 parlamenteran de gîhaştiye ber deste Serokatiya Meclîsê. Ji wan 7 yê HDPê, 1 yê DBPê û 1 jî yê TÎPê ye.
11 Çile 2022
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Kesê li Stenbolê êrîşî avahiya HDPyê kiribû, hatiye girtin
Piştî ku Sutçuyê êrîşkar serbest bû, dozger li dijî biryarê derketiye. Ji ber ku biryara veşarîbûnê li ser dosyeyê heye, nehatiye zanîn ku bê ka dozger ji bo çi îtiraz kiriye û êrîşkar bi çi sedemê hatiye girtin.
10 Çile 2022
Her du xwendekarên Zangîngeha Bogazîçiyê, Berke û Perît tehliye bûne
Dadgehê ji ber dema girtî mane, Berke û Perît, her du xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê bi şertê kontrole edlî û dernekevin ji derveyî Tirkiyeyê, tehliye kiriye.
7 Çile 2022
Parlamenterê berê yê HDPyê, Zeydan ji girtîgehê derketiye
Piştî ku dadgeha herêmî biryara tehliyekirina wî da, Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê, Abdullah Zeydan di saetên şevê de ji Girtîgeha Edîrneyê derketiye.
7 Çile 2022
Dadgehê biryara tehliyekirina parlamenterê berê, Abdullah Zeydanî daye
Dadgehê biryara tehliyekirina parlamenterê berê yê HDPyê, Abdullah Zeynadî daye. Zeydan di 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê de hatibû desteserkirin.
6 Çile 2022
Serokomarê Kazakistanê ji 5 dewletan alîkarî xwestiye
Xwepêşandanên piştî bihabûna sotemeniyê li Kazakîstanê destpêkirine, berdewam dikin. Serokomar Comerd Tokayev ji Rêxistina Peymana Ewlehî ya Kolektîf ku ji 6 endaman pêk tê, alîkarî xwestiye. Li seranserê welat Rewşa Awarte hatiye ragihandin.
6 Çile 2022
Serlêdana ji bo dersa bijarte ya kurdî destpê kiriye
Serlêdan wê heta 21ê Kanûna Paşiyê dewam bike. Zarokên li polên 5-6-7 û 8an dixwînin, dikarin dersa kurdî kurmancî û kurdî kirmanckî ango zazakî hilbijêrin.
6 Çile 2022
1
...
36
37
38
39
40
...
47
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver