Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo serlêdana kesên ku li Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de mirine, biryara xwe aşkere kiriye.
Dadgehê di biryara xwe de diyar kiriye ku serlêdanên derbarê “binpêkirina mafê ewlehiyê û azadiya şexsan”, “Binpêkirina mafên serlêdanê yên şexsan”, û “binpêkirina qedexeya kiryarên xirab, ya mafê rêzgirtinê ya li jiyana taybet û jiyana malbatî û ya azadiya ol û wîcdanê” de nayên qebûlkirin.
Dadgehê serlêdanên derbarê “berpirsiyariya nekuştinê ya mafê jiyanê” û “hêla rêgezê ya mafê jiyanê” de qebûl kiriye lê di biryara xwe de diyar kiriye ku “maf nehatine binpêkirin.”
Bixwîne - Dadgeha Destûrî serlêdana "Jêrzemînên Cizîrê" red kiriye
Sedema biryarê wê paşê aşkere bibe
Sedema biryarê hîna nehatiye aşkerekirin lê kurteya biryarê di malpera Dadgeha Destûra Bingehîn de hatiye weşandin.
Biryara Dadgeha Destûrî ji bo wen kesan e ku di dema qedexeyê de li jêrzemînên Taxa Cûdiyê û di demên cida de hatine kuştin. Lê piştî Dadgeha Destûrî biryara xwe aşkere bike wê bêzanîn bê ka biryar ji bo kîjan serlêderan e.
Xizmên qurbaniyan ji bo ku “di encama bikaranîna hêzê ya endamên hêzên ewlehiyê de bûyera mirinê pêk hatiye û bûyera kuştinê bi berfirehî nehatiye lêkolînkirin û ji ber wê jî mafê jiyanê hatiye binêpikirin” û serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn.
Demîr: Biryar li gorî îdeolojiya fermî ye
Yek ji parêzerên dosyayê Ramazan Demîrî biryara dadgehê rexne kiriye û gotiye, “Yanî dixwazin bibêjin ku ‘me ev mirov li gorî hiqûqê kuştin’. Kurt û kurmancî, ev e.”
Demîrî bi van gotinan dewam kiriye: “Tiştê ku dewlet dibêje esas e. Dadgeha Destûra Bingehîn ne li gorî mexdûran lê li gorî polîtîkaya dewletê biryar daye. Ne li gorî kesên mirine, nikarîbûn bên binaxkirin lê li gorî îdeolojiya fermî ya dewletê biryar daye.”
DMMEyê gotibû ku “li bendî biryara Dadgeha Destûrî bin”
Ji bo biryar û bûyerên qedexeyên derketina derve yên di navbera salên 2015 û 2016ê de li Cizîr, Silopya û Sûrê pêk hatine, li ser hev 34 caran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatiye kirin.
DMMEyê bi sedema ku “pêvajoyên hiqûqî yên navxweyî neqediyane” ji 32 serlêdanan 32 serlêdan qebûl nekiribû. DMMEyê di du serlêdanan de biryar dabû ku danişînan li dar bixe û serlêdanan binirxîne. Dadgehê di encamê de jî diyar kiribû ku serlêdan nayên qebûlkirin û gotibû bila li bendî biryarên Dadgeha Destûrî bisekinin.
Li Cizîrê çi bûbû?
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 14ê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê hîn dema qedexeyên derketina derve berdewam dikir, Efkan Ala, Wezîrê Navxweyî 11ê Sibata 2016ê aşkere kir ku Cizîrê operasyonên dorpêçkirinê bi dawî bûne. Lê qedexeyên li Cizîrê 2yê Adara 2016ê hate aşkerekirin ku wê di saetên êvarê de berdewam bikin. Heta 2yê Adarê ketin û derketina nava bajêr hate qedexekirin.
Piştî li taxên Cûdî û Sûrê yên Cizîrê qedexe bi dawî bû, 25 jê yê zarokan, cesedê 177 kesan hatin derxistin ku piraniya wan di nava xirbeyên 3 avahiyan de bûn. Nasnameya 103 kesan hate diyarkirin lê 74 kes bêyî ku nasnameyên wan bên diyarkirin, hatin binaxkirin. Hat diyarkirin ku 189 kes mirine.
(HA/FD)