Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, bi tohmeta ku “li dijî polîsan derketiye”, “Heqaret li polîsan kiriye û ew birîndar kirine”, “beşdarî civîn û meşa xwenîşandanê ya bêdestûr bûye” fezlekeyek ji bo Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamentera Amedê Salîha Aydenîzê amade kiriye û şandiye Wezareta Dadê.
Piştî ku Wezaret lêkolîna fezlekeyê bike, dê bişîne ber destê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomar Recep Tayîp Erdoganî. Paşê jî bi daxwaza “rakirina parêzbendiya wê” dê bişînin Parlamentoyê (TBMM).
Çi bûbû?
Ji bo qedexeykirina hevdîtinê ya bi Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî re, di 12ê Hezîranê de bi navê “Meşa Gemlîkê” çalakiyek hatibû lidarxistin. Di çalakiya Kadikoyê de polîsan midaxele kiribû û 70 kes desteser kiribûn.
Parlamenterên HDPyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dabûn û di navbera hin parlamenteran û polîsan de xirecir çêbûbû.
Bi mehneya ku Salîha Aydenîzê “kulmek li polîsekî xistiye” ew kiribûn hedef.
Serokê Giştî yê AKPyê û Serokomar Erdoganî jî behsa vê mijarê kiribû û xwestibû ku parêzbendiya Aydenîzê rabe.
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeliyî jî Aydenîz kiribû hedef. Platforma Yekîtiya Polîsan jî bûyera ku di 2011ê de Parlamenterê MHPyê Olcay Kilavûzî tundkarî li polîsan kiribû bibîr xist û vîdeoya wê bûyerê weşand. (TY/FD)