Fotograf: MA
Ji ber lêpirsînnameya ku Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê daye destpêkirin, 14 kes hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya MAyê, polîsan piştî ku lêpirsînname derbarê Kongreya 5an a Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatiye amadekirin, li Enqereyê 9 kes, li Êlihê 4 kes û li Îzmîrê jî kesek desteser kirine.
Bixwîne - Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar dîsa bûne Hevserok
Kesên hatine desteserkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê tên girtin.
Serdozgeriyê bi îdiaya ku slogan avêtine û bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kirine” biryara desteserkirinê daye. (FD)