“Yasaya Dezenformasyonê” li Komîsyona Edaletê hatiye pejirandin
Digel ku partiyên mixalefetê gelekî li dijî xala 29ê a “Yasaya Dezenformasyonê” derketiye, Komîsyona Edelatê ew pejirandiye.

Fotograf: Erçin Ertürk / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Projeyasaya ku wê guhertinan di yasaya derbarê medyaya civakî û rojnamegeriya înternetê de bike, piştî li Komîsyona Platformên Dijîtal a Parlamentoyê, li Komîsyona Edaletê jî hatiye pejirandin. Ev projeyasa di nava civakê de bi navê "Yasaya Dezenformasyonê" tê penasekirin.
Li gorî xala 29ê a projeyasayê, ger "kesek bi zanyariyan gel bixapîne û aşkere van zanyariyan biweşîne" wê ji salekê heta 3 salan bi cezayê girtîgehê bê cezakirin. Saziyên pîşeyî yên rojnamegeriyê û hemû partiyên mixalefetê li dijî vê xalê derketine, lê Komîsyona Edaletê pejirandiye.
Projeyasaya navborî wê hefteyên pêş li Civata Giştî ya Parlamentoyê bê gotûbêjkirin û paşê jî wê bibe yasa. (HA/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.