CHPyê xwest ku Parlamento ji bo rewşa Can Atalayî civîneke awarte pêk bîne
Ji ber ku dadgeh biryara tehliyeyê ya parlamenterê TÎPê Can Atalayî nade, CHPyê bang li Parlamentoyê kir û xwest civîneke awarte pêk bîne. Koma CHPyê ji bo vê daxwazê daxwaznameyek pêşkîşê Serokatiya Parlamentoyê kir. TÎP, Dem Partî, Partiya Saadetê, EMEp, DEVA û Demokrat Partiyê jî piştgiriya CHPyê kirin.