Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Komisyona Têkel a ji endamên komisyonên Dadê û yên Destûra Bingehîn ên Parlamentoyê pêk tê, daxwaz kir ku Parlamenteriya Leyla Zanayê bikeve. Daxwaz wê li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bê nîqaşkirin û paşê encam bide.
Pêvajoya “xistina parlamenteriya” Zanayê, di 20ê Tîrmeha 2017yê de bi civîna Dîwana Serokatiya Meclîsa Milî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) dest pê kiribû. Dîwana Serokatiyê bi hinceta ku “Li gorî Xala 81emîn a Destûra Bingehîn sond nexwariye û beşdarî 212 daneşînên Lijneya Giştî nebûye” dosyaya derbarê “xistina parlamenteriyê ya ji ber bêberdewamiyê” ya Zanayê şandibû Komisyona Têkel.
Komisyon di 17yê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de dosyeya Leyla Zanayê ya derbarê “xistina parlamenteriya wê ji ber ku di serdema 1ê Çiriya Pêşiyê ya 2016yê û 30ê Nîsana 2017yê de sond nexwariye û bênavber 212 caran beşdarî Lijneya Giştî nebûye” de nirxandibû.
Di vê civînê de biryar hatibû girtin ku Komisyona Amadekariyê ji 5 parlamenteran bê avakirin.
Komisyona Amadekariyê di encama xebata xwe de raporek amade kiribû û pêşkêşî Komisyona Têkel kiribû. Komisyonê xwestibû ku parlamenteriya Zanayê bikeve.
Xercerê û terxaniya wê hatibû birîn
Piştî ku îsal rêziknameya Lijneya Giştî ya TBMMyê hatibû guhertin cezayê birîna xercerê û terxaniyê dabûn Leyla Zanayê. Ji ber ku li gorî metnê sond nexwaribû parlamenteriya Zanayê nehatibû qebûlkirin û biryara Dîwana Serokatiyê li Lijneya Giştî ya TBMMyê hatibû xwendin û hatibûn dengdan.
Li gorî vê biryara ku hatibû qebûlkirin, xercerê û terxaniya Zanayê yên di navbera 17yê Kanûna Pêşiyê ya 2015yê û 30ê Nîsana 2017yê hatibûn birîn.
Wê dengdan li Lijneya Gişti ya TBMMyê çêbibe
Piştî biryara Komisyona Têkel a derbarê “xistina parlamenteriya Zanaye”, dosya wê were rojeva Lijneya Giştî ya TBMMyê û biryara herî dawî li wir bê standin.
Ji bo ku parlamenteriya Leyla Zanayê bikeve divê 276 parlamenter dengê erê bikar bînin.
Beştaş: Sedem gotina “Milletê Tirkiyeyê ye”
Parlamentera HDPyê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş di Komisyona Têkel de axivî û got ku “sedema xistina parlamenteriya Leyla Zanayê ne bêberdewamî ye. Ji ber ku sond qebûl nekiriye ev dosya hatiye pêşberî me. Divê pêşiyê em li metna sondê binêrin. Çiye metna sondê? Ev metin ji hêla destûra darbeyê ve hatiye nivîsandin. Digel ku 37 sal borî ye jî giyanê Evrenî, gotinên wî di metin de ne.
“Bêyî ku em behsa naveroka vî metnî bikin em nikarin bêberdewamiyê weke hincet qebûl bikin. Dosyaya ku hatiye pêşiya me jî ji ber ku Zanayê gotiye ‘milettê Tirkiyeyê’. Ji ber vê dixwazin parlamenteriya Zanayê bixînin.”
Parlamenteriya 5 HDPiyan hat xistin
Heta niha parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdag, parlamenter Nûrsel Aydogan, Faysal Sariyildiz, Tûgba Hezer Ozturk û ya Besîme Koncayê hatiye xistin. (PT/FD)