Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan saetên sibehê xwestine ajokarekî traktorê li Enqereyê, yê nêzîkî Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê bidin sekinandin. Lê ajokar nesekiniye û polîsan gule bera lingê wî dane û ew girtine. Li gorî zanyariyan ajokar bi traktora xwe wesayitên li derdorê pelixandiye û ber bi Kolana Çankayayê ve diçû.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Enqereyê, “Ajokar A. S. Li navçeya Beypazariyê cotkar e û ji sala 2007ê û vir ve ji ber ku psîkolojiya wî nebaş e tê tedawîkirin.”
“Wê Israîl potesto bikira”
Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê, polîsan gotiye, ajokar “xwestiya traktora xwe bibe ber Balyozxaneya Israîlê û li vir çalakiyekê bike.”
Duh leşkerên Israîlê êrîş biribûn ser wê çalakiyê ku ji bo rakirina ablûkaya li ser Gazzeyê hatibû kirin. Di encamê de yek jê rojnameger 32 filistînê birîndar bûbûn. Tevgera Netewî ya Şikandina Ablûkaya Gazzeyê çalakî birêxistin kiriye, ku ji 29ê Gulanê û vir ve çêdibin. Duh çalakiya 12yê bûye.
Polîsên trafîkê, xwestine traktorê bisekinînin
Polîsên li Kizilayê xwestine ajokarê bi navê A. S. îro saet nêzîkî 9.30 deqîqeyan bidin sekinandin ku li Bulvara Ataturkê bi rê ve diçû. Ajokarê traktora bêplake, digel hişyariya polîsan nesekiniye û li bin guhê wesayitan xwistiye. Ajokar ber bi Kolana Çankayayê çûye û li ber deriyê Çankayayê yê TBMMyê polîsan gule bera hewa dane lê ajokar dîsa nesekiniye.
Walîtiya Enwereyê diyar kiriye ku “Li gorî zanyariyên destpêkê şeş wesayit zerar dîtine û di lêgerîna li ser traktorê de ti amûreke sûckirinê nehatiye peydakirin.” (HK/FD)