“Qanûna Rewşa Awarte ya Daimî” ji hêla Meclîsê ve hatiye qebûlkirin
Meclîsê ew pêşnûmaya qebûl kiriye ku di encama wê de dê Rewşa Awarte ji bo sê salan bênavber berdewam bike.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Civata Giştî ya Meclîsê pêşnûmaya ku dihêle Rewşa Awarte sê salan bênavber berdewam bike qebûl kiriye..
Navê pêşnûmayê “Pêşnûmaya Derbarê Guhertinên Di hin Qanûnan de û Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan de” ye û ji 25 xalan pêk tê. Pêşnûma 20ê Tîrmeha 2018ê li Komisyona Edaletê ya Meclîsa Milî ya Mezin a Tirkiyeyê hatibû qebûlkirin.
Piştî pêşnûmaya derbarê leşkeriya bibedel wê Meclîs heta 1ê Çiriya Pêşiyê di betlaneyê de be. (AS/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.