SERÎ LI KOMÎSYONA LÊKOLÎNÊ YA MAFÊN MIROVAN DAYE
Li çar girtîgehan bi dehan caran maf hatine binpêkirin

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wekîla Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş-Beştaşê ji bo ku li çar girtîgehan mafên girtiyan tên binpêkirin, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) daye.
Daniş-Beştaşê diyar kiriye ku “Ji ber gelek caran mafên wan tên binpêkirin, ji girtîgehan serlêdanê dikin û ev jî diyar dike ku pirsgirêkeke girîng a hiqûq û demokrasiyê heye.”
Meral Daniş-Beştaşê di serlêdana xwe de daxwaz kiriye ku komîsyon biçe girtîgehan û lêkolînan bike.
Meral Daniş-Beştaşê diyar kiriye ku li van girtîgehan mafên girtiyan ên derbarê bername û kursên çandî û civakî, yên sporê tên astengkirin. rojnameya Yenî Yaşam, Azadiya Welat, kovara Bîrnebûn û Ziringê û yên mîna wan nadin girtiyan, radyoyan li depoyan dihêlin û nadin xwediyên wan, mafên wan ên telefonkirinê tên astengkirin. Her weha nêzîkî 700 TL heqê elektrîkê ji girtiyan distînin. Li hin girtîgehan bi ser odeyên girtiyan de digirin û bi darê zorê ew li odeyên din tên bicihkirin, mafên wan ên hevdîtinê tên astengkirin, hin cil û bergan asteng dikin. (AS/FD)