16 rojnameger hatine girtin

Li Amedê di 8ê Hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna ku Sedozgeriya Komarî ya Amedê dabû destpêkirin de 22 rojnameger hatibûn desteserkirin. Ji wan 16 rojnameger hatine girtin.
*Fotograf: Sîbel Yukler / Twitter
Rojnamegerên ku hatine girtin ev in:
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JinNewsê Safiye Alagaş, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnmeger Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel û Abdurrahman Oncu.
Her weha dadgehê, rojnameger Esmer Tûnç, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin welatiyên bi navê Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî serbest berdayê.
Malbat û rojnameger li pêşiya edliyeyê bi berzkirina dirûşmeyên “Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Berxwedan Jiyan e” biryar şermezarkirine. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê