TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 96
NY: Li Mykolaivê elektrîk û av nîne, rewş gelekî xirab e
Serokdewletê Ûkraynayê, Zelenskiyî diyar kiriye ku Rûsyayê "Tenê di nava hefteyekê de 258 caran gule bera 30 cîwarên herêma Hersonê daye. Artêşa Rûsyayê ziyan daye îstasyona pompayê ya avê dide Mykolaviê."
29 Mijdar 2022
Malbata Şenyaşar: Mala me ber deriye edliyeyê ye
Ferît Şenyaşarê li ber Edliyeya Rihayê Nobeta xwe ya Edliyeyê didomîne gotiye: Em amade ne ku li vir bi her kesî re hevdîtinê bikin û daxwazên xwe vebêjin.”
28 Mijdar 2022
Tahîr Elçî li ber Minareya Çarling hat bibîranîn: Ronîkirina vê dozê erka siyasetê ye
Hevkar û hezkiriyên Tahîr Elçîyî bi hilgirtina pankartên "Em te ji bîr nakin", "Em hemû Tahîr Elçî ne", "Qetilkirina Tahîr Elçî dê nebe kuştina kiryarnediyar", "Tahîr Elçî Nemir e" heta Minareya Sûra dîrokî meşiyan.
28 Mijdar 2022
Roza Yiğit
6 partiyên mixalefetê metna guhertina Destûra Bingehîn aşkere kiriye
Pêşniyarên partiyan ji 84 xalan pêk tê û girîngî daye cudakirina saziyên yasedanîn, hikûmet û darazê.
28 Mijdar 2022
Rapora Tûndkariya Mêran a bîanetê di rojeva parlamentoyê de ye
Şevîn Çoşkûn, Parlamentera HDPê daneyên Rapora Tûndkariya Mêran a bîanetê li parlamentoyê kiriye rojev. Coşkûnê xwestiyê ku parlamento têkildarî daneyên lêkolînê bike.
28 Mijdar 2022
Birayê gumanbarê firarî hatiye desteserkirin
Polîs îfadeya birayê gumanbar Bîlal Hassanî werdigire ku li gorî îdiayan, piştî êrîşa bibombe ya Kolana Îstîklalê reviyaye derveyî Tirkiyeyê. Dermankirina ji 81 birîndaran ya 74an qediyaye.
28 Mijdar 2022
Cara duyemîne diz dikevin avahiya Amed Radyoyê
Dizan zirar dane amûrên weşanê û gelek alavên din.
28 Mijdar 2022
Yekemîn Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Tahîr Elçiyî diyarî Jîna Emîniyê kirine
Yekemîn Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Tahir Elçiyî diyarî keça Kurd Jîna Emînîyê kirine. Jîna Emînî li Îranê di encama îşkenceya hêzên ewlekariyê yên wî welatî de miribû.
28 Mijdar 2022
Polîsan li Kadikoyê midaxeyî jinan kiriye | Gelek jin desteser kirine
Polîsan destûr nedaye ku Platforma Em ê Kuştinên Jinan Bidin Sekinandin û Meclîsên Jinan li Qada Kadikoyê çalakiyekê pêk bînin. Bi kêmanî 50 jin desteser kirine.
28 Mijdar 2022
Meşa 25ê Çiriya Paşiyê dest pê kir | Ji 100î zêdetir jin hatin desteserkirin
Digel biryara qedexeyê ya Qaymaqamtiyê jin li ser banga Platforma Jinan a 25ê Çiriya Paşiyê li Qada Tûnelê ya Stenbolê li dijî tûndkariya mêran kom bûn. Polîsan bi gaza rondikrêj midaxaleyî jinan kirin û ji 100î zêdetir jin desteserkirin.
25 Mijdar 2022
Evrim Kepenek,Tuğçe Yılmaz
Polîsan li Şirnex, Agirî û Wanê jinên xwestin bimeşin, desteser kirine
Gelek jinên ku li Şirnex, Agirî û Wanê xwestine ji bo 25ê Çiriya Paşiyê Roja Navnetewî ya Têkoşîn û Piştgiriyê ya li Dijî Tundkariya li Ser Jinan civînên çapemeniyê li dar bixin û bimeşin, hatine desteserkirin.
25 Mijdar 2022
Fûtbolîstê Kurd Wurya Xefûrî li Îranê hatiye desteserkirin
Xefûrî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsîbû û gotibû: “Kurd Îran bi xwe ye...Kuştina kurdan kuştina Îranê bixwe ne. Ger hûn çavê xwe ji kuştina mirovan re bigirin, hûn ne îranî ne, hûn ne mirov in...”
25 Mijdar 2022
Serdozgeriyê derbarê Prof. Dr. Korûr-Fîncanciyê de îdianameyek amade kiriye
Dozgerî bi îdiaya ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye” xwestiye Seroka TTByê Şebnem Korûr Fîncancî bi 7 sal û 6 mehan bê cezakirin.
25 Mijdar 2022
Li Stenbolê bihayê avê ji sedî 25 zêde bûye
Di meclîsa IBByê de ISKIyê xwestiye ji sedî 35 bihayê avê zêde bibe lê pêşniyara AKPê ku ji sedî 25 bûye hatiye pesendkirin.
25 Mijdar 2022
Istinafê di doza RedHackê de cezayê 5 rojnamegeran pesend kiriye
Dadgeha Istinafê cezayê girtîgehê yê li 5 rojnamegeran hatibû birîn pesend kiriye û biryara beraetê ya Derya Okatanê jî betal kiriye. Rojnamegeran e-mailên Berat Albayrakî ên ji aliyê RedHackê ve hatibûn belavkirin, kiribûn nûçe.
25 Mijdar 2022
“SÎHA li herêmên HSDyê êrîşî navendên petrolê dikin”
Li gorî nûçeya Reutersê, roja Çarşemê SÎHA ji Tirkiyeyê firiyane û derengê şevê li Rimêlanê dane ku ev der nêzîkî Qamişloyê ye û bîr û parzûngehên petrolê li vir hene.
25 Mijdar 2022
Parêzer Tahîr Elçî wê bê bibîranîn
Roja 28ê Çiriya Paşiyê wê li ber Minara Çarling bernameya bibîranînê pêk bê û biçin serdana gora Elçiyî bikin.
24 Mijdar 2022
Vê hefteyê 7 fîlmên nû wê bên nîşandan
Di salonên sînemayê de vê hefteyê 3 jê xwemalî, 7 fîlmên nû wê bên nîşandan.
24 Mijdar 2022
MGKP: 17 rojnamegerên jin girtî ne
MGKPyê di rapora xwe de diyar kiriye ku 17 rojnamegerên jin girtîne û di sê mehên dawiyê de êrîşî 5 rojnamegeran kirine, tundkarî li 20 rojnamegeran kirine, 18 rojnameger jî desteser kirine.
24 Mijdar 2022
"Ji sala 2004an ve zêdetirî 50 hezar kes di rêyên koçberiyê de mirine"
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî ve di çarçoveya Projeya Koçberên Windabûyî de raporekê weşandiye. Li gorî raporê herî kêm 25 hezar û 104 penaber dema hewldane bi rêya Deryaya Spî derbasî Ewropayê bibin, mirine.
24 Mijdar 2022
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Şanoya Bajêr a Amedê bernama xwe ya meha Kanûna Pêşiyê aşkere kiriye
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Kanûna Pêşiyê eşkere kiriye. Di meha Kanûna Pêşiyê de lîstikên “Dek û Dolabên Scapen”, “Don Kîxot” û “Tartuffe” wê derkevin ser dikê.
24 Mijdar 2022
Mêran di 326 rojan de 296 jin kuştine, 715 jin birîndar kirine
Mêran di 326 rojên navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 23ê Çiriya Paşiyê de herî kêm 296 jin kuştine û herî kêm 715 jin birîndar kirine.
24 Mijdar 2022
Evrim Kepenek
“Sê birayê Albashirê dema ji bo DAIŞê şer dikirin, mirine”
Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî îdia kiriye ku Ahlam Albashir a ku weke berpirsê teqîna li Taksîmê hatiye girtin, ji malbateke girêdayî DAIŞê ye û 3 birayên wê dema ku di nava refên DAIŞê de şer dikirin, mirine.
23 Mijdar 2022
Erdogan: Operasyonên ku me bi balafiran pêk anîn, destpêk e
Erdoganî gotiye: “Berteka kesên ku çalakiya Stenbolê bi giriyê derewan şermezar kirin, li dijî operasyonên yekser me paşê dan destpêkirin nîşan dan, rûyên wan ê rast derxistiye holê.”
23 Mijdar 2022
Li Sûriyeyê di 11 salan de 756 rojnameger hatine kuştin
Li gorî daneyên Yekitiya Ragihandina Azad(YRA) li Sûriyeyê ji sala 2011an heta niha 756 rojnameger hatine kuştin.
23 Mijdar 2022
Rapora nû: Cudakariya li LGBTI+an tê kirin dibe sedema xizaniyê
Rapor ji pênc sernavan pêk hatiye ku ew ev in: "Xizanî çi ye û ji bo mafên mirovan tê çi wateyê?", "Li Tirkiyeyê xizanî", "Çi diqewime li serê LGBTI+an: Nirxandina binpêkirinên mafan ên derbarê LGBTI+ên li Tirkiyeyê dijîn di çarçoveya xizaniyê de", "Bersiva rêxistinên civaka sivîl a ji bo xizaniyê" û "Nirxandin".
23 Mijdar 2022
Ceren İskit
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
CPJyê ji Tirkiyeyê xwestiye lêkolîna êrîşên asmanî bike
Koordînatorê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur ê CPJyê Sherif Mansourî ji bo nûçegîhanê ANHAyê Îsam Abdûllahê di êrîşa Tirkiyeyê de miriye, gotiye “Rojnameger mirovên sivîl in û dema erka xwe pêk tînin, divê bên parastin.”
23 Mijdar 2022
Iranê dîsa bi mûşekan êrişî axa Herêma Kurdistanê kiriye
Artêşa Îranê bi mûşek û balafirên bêmirov ên kamikazê êrîşî baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) ku li nav axa Rêveberiya Herêma Kurdistanê ye kiriye.
23 Mijdar 2022
Li Duzceyê erd hejiyaye: 35 kes birîndar bûne
Li naveçeya Golyaka ya Duzceyê saet di 04.08ê de erd hejiyaye. Li gorî daxuyaniya AfADê pileya wê 5,9 e, li gorî Resetxaneya Kandîlliyê 6 e. Wezîrê Tenduristiyê Kocayî diyar kiriye ku 35 kes birîndar bûne.
23 Mijdar 2022
Piştî 6 salan rojnameger Çagri Sari û Arîf Koşar beraet kirine
Çagri Sari û Arîf Koşar, xebatkarên Evrenselê ji ber nûçeya bi sernava “Li Nisêbînê polîsan gule li gel reşandiye: 3 kes birîndar bûne” bi tohmeta ku “dezgeh û saziyên dewletê piçûk xistine(TCK 301) dihat darizandin. Piştî ku Dadgeha Bilind biryar betal kiriye herdu rojnamegeran bereaet kirine.
22 Mijdar 2022
Dadgeha Bilind: Diviyabû ku biryara beraetê bihata dayîn
Dadgeha Bilind derbarê doza Buyukadayê de gotiye ku biryara cezakirinê ne qanûnî ye û diviyabû ku biryara beraetê bihata dayîn.
22 Mijdar 2022
Ayça Söylemez
Polîsan çalakiya kart şandinê ya ji bo Şebnem Korûr Fîncanciyê asteng kiriye
ITOyê ji bo piştevaniyê li pêşiya PTTya Sîrkeciyê xwestiye ji Şebnem Korûr-Fîncanci, Seroka Konseya Navendî ya TTByê re kartan bişîne lê polîsan çalakî asteng kiriye.
22 Mijdar 2022
Tuğçe Yılmaz
1
...
94
95
96
97
98
...
105
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver