Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) pirtûkoka “Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê” ku piştî erdheja 1999an hatibû weşandin, piştî erdhejên Mereşê nû kiriye û weşandiye.
Di rêberê de behsa mafên mexdûrên erdhejê li gorî Hiqûqa Cezayê, Hiqûqa Taybet, Hiqûqa Îdarî, Hiqûqa Bacê û Hiqûqa Tenduristiyê hatiye kirine.
Her wiha ji bo mexdûrên erdhejê alîkariyên xanî yan jî kargehê yên ji ber avahiyên wan ên hilweşiyayîn an jî xesareke mezin gihiştiyê têne dayîn hatine destnîşankirin.
TBBê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyaniyek daye û diyar kiriye ku ew ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku pirtûkoka cara ewil piştî erdheja sala 1999an hatiye amadekirin. Ew pirtûkok li gorî şert û mercên niha hatiye nirxandin û piştre hatiye nûjenkirin.
Hûn dikarin li ser malpera înternetê ya TBBê xwe bigihînin Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê.(TY/AY)