ERDHEJÊN 6Ê SIBATÊ
Mûrat Kûrûm: Divê 50 hezar û 576 avahî bilez bên hilweşandin
Mûrat Kûrûm, Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Iklîmê aşkere kiriye ku li 10 bajarên erdhejan lê bandor kiriye, 387 hezar û 346 apartman hatine lêkolînkirin û ji wan 50 hezar û 576 apartman bi xisar in û divê bilez bên hilweşandin. Her weha 279 hezar û 655 avahî jî hatine tespîtkirin ku hinek ji wan kêm xisar in ango bê xisar in.