Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokatiya Rêvebiriya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku heta saet 10.55ê îro di erdhejên ku navênda wan Mereş bûye de 31 hezar û 643 kes mirine û Herwiha 158 hezar û 165 mexdûrên erdhejê jî bo bajarên din hatine şandin.
Li gorî daxuyaniya AFADê piştî erdhejên ku di 6ê Sibatê de bi pileya 7.7ê û 7.6ê yên ku li Bazarcix û Elbistana Mereşê pêk hatiye, 2 hezar û 724 erdhejên piçûk çêbûye.
Li gorî daxuyaniya AFADê li herêmê 35 hezar û 495 personelên lêgerîn û rizgarkirinê yên AFAD, PAK, JAK, JOAK, DÎSAK, Ewlehiya Peravê, DAK, Guven, îtfaiye, tahlisiye, MEB, STK û ekîbên navneteweyî dixebitin. Hejmara personelên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji welatên din hatine 9 hezar û 793 e.
Bi hejmara personelên li qadê yên ji AFAD, Polês, Cenderme, MSB, UMKE, ekîbên ambûlansan, xwebexş, ewlekariya herêmî û ekîbên piştgiriyê yên herêmî re hejmara personelên li qadê wezîfedar in bûye 238 hezar û 459.
Di encama erdhejên 6ê Sibatê de li bajarên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt, Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çêbûye û bi hezaran avahî hilweşiyane.
Di encama erdhejan de gelek kes mirine û birîndar bûne. Her weha hejmara mirî û birîndarên erdhejê her diçe zêdetir dibe.
Di erdhejan de heta niha 31 hezar û 643 kes mirine û bi 10 hezaran kes jî birîndar bûne.
(SD/AY)