Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokatiya Rêvebiriya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku ji saet 7.45an pê ve di erdhejên ku navênda wan Mereş bûye de 12 hezar û 873 kes mirine û 62 hezar û 937 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya AFADê piştî erdhejên ku di 6ê Sibatê de bi pileya 7.7ê û 7.6ê yên ku li Bazarcix û Elbistana Mereşê pêk hatiye, hezar û 117 erdhejên piçûk çêbûye.
“Li welatên din 5 hezar û 709 personel hatine”
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya AFADê li herêmê 24 hezar û 727 personelên lêgerîn û rizgarkirinê yên AFAD, PAK, JAK, JOAK, DÎSAK, Ewlehiya Peravê, DAK, Guven, îtfaiye, tahlisiye, MEB, STK û ekîbên navneteweyî dixebitin. Hejmara personelên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji welatên din hatine 5 hezar û 709 e.
Bi hejmara personelên li qadê yên ji AFAD, Polês, Cenderme, MSB, UMKE, ekîbên ambûlansan, xwebexş, ewlekariya herêmî û ekîbên piştgiriyê yên herêmî re hejmara personelên ku li herêmê dixebitin derketiye 113 hezar û 201î.
AFAD, Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Heyva Sor 137 hezar û 929 kon û milyonek û 255 hezar û 500 betanî şandine 10 bajarên ku ji ber erdhejê zirar dîtine. Her weha vedana 92 hezar û 738 konan temam bûye.
(SD/AY)