Li Konyayê agir bi xaniyekê ketiye: 7 mexdûrên erdhejê yên sûriyeyî mirine
Ekîbên agirkujiyê cinaze ji bin kavilan derxistine û birine morga Nexweşxaneya Bajar a Konyayê.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Kolana Sirriagaya Taxa Yedilera navçeya Karataya Konyayê di xaniyekî ku 2 malbatên Sûriyeyî ku yek jê mêvan bûye de şewat derketiye. Li ser agahdarkirina rewşê tîmên agirkujiyê û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatine kirin.
Piştî ekîbên agirkujiyê agir vemirandine xwegîhandine 7 cenazeyên ji heman malbatê. Her weha diyar bûye ku kesên mirine ji heman malbatê ne û mexdûrên erdhejê ne û ji navçeya Nûrdaga Mereşê hatine bajêr.
Her wiha 2 endamên malbatê yên di malê de wek kirêdar dijîn birîndar bûne û bi ambûlansê birine nexweşxaneyê.
Ekîbên agirkujiyê cinaze ji bin kavilan derxistine û birine morga Nexweşxaneya Bajar a Konyayê. Derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.(HS/EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.