Li Semsûrê beytaran 6 bizin ji xerabeyan rizgar kirine
Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên ku navenda wan Mereş bûye beytarên ji Tokatê bo alîkariyê hatine navçeya Golbaşiya Semsûrê, 6 bizin ji bin xerabeyan derxistine.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Tokatê li Gulbaşiya ku bandora erdhejên 6ê Sibatê lê bûye beytarên ku ji bo birêvebirina koordinasyona erdhejê hatine wezîfedarkirin dest bi xebatan kirine.
Beytarên ku duh(16ê Sibatê) hatine navçeyê ji xerabeyan 6 bizin rizgar kirine.
Beytaran midaxeleya destpêkê li bizinan kiriye û ji bo lênêrîna wan dest bi xebatan kiriye.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.