Serokatiya Rêvebiriya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku di erdhejên ku navênda wan Mereş bûye de 42 hezar û 310 kes mirine.
Li gorî daxuyaniya AFADê piştî erdhejên ku di 6ê Sibatê de bi pileya 7.7ê û 7.6ê yên ku li Bazarcix û Elbistana Mereşê pêk hatiye, 7 hezar û 242 erdhejên piçûk çêbûye.
Herweha 448 hezar û 18 kes ji herêmên erdhejê hatine tehliyekirin.
Li gorî daxuyaniya AFADê li herêmê 14 hezar û 740 personelên lêgerîn û rizgarkirinê yên AFAD, PAK, JAK, JOAK, DÎSAK, Ewlehiya Peravê, DAK, Guven, îtfaiye, tahlisiye, MEB, STK û ekîbên navneteweyî dixebitin.
Bi hejmara personelên li qadê yên ji AFAD, Polês, Cenderme, MSB, UMKE, ekîbên ambûlansan, xwebexş, ewlekariya herêmî û ekîbên piştgiriyê yên herêmî re hejmara personelên li qadê wezîfedar in bûye 242 hezar û 392.
Di encama erdhejên 6ê Sibatê de li bajarên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt, Osmaniye, Edene û Hatayê heta niha 42 hezar û 310 kes mirine.
(AY)
*Çavkanî: AA