“Umît Ozdag çû Antakyayê, êrîşên li dijî Sûriyeyiyan dest pê kirin”

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma Mafên Penaxwazan ji bo gotinên nefretkirinê yên piştî erdhejên 6ê Sibatê li dijî sûriyeyiyan zêde bûne, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Di 6ê Sibatê de li navçeyên Bazarcix û Elbîstanê bi pileya 7,7ê û 7,6ê du erdhej pêk hatibûn û bandor li 11 bajaran kiribûn.
Beriya metna ku hatiye amadekirin, endama platformê Yildiz Onen axivî û diyar kir ku di rojên destpêkê yên erdhejê de, civakê alîkariya hev dikir lê piştî hin provokasyonên nîjadperest, êrîşên li dijî sûriyeyiyan destpê kiriye.
Onenê diyar kir hîna sûriyeyî ji ber erdhejê bi ser hişê xwe ve nehatibûn, bi talankariyê hatin tohmetkirin an jî gotin ku berî her kesî alîkariyê li wan belav dikin.
Endamê platformê Taha Elgaziyî jî destnîşan kir ku piştî Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Ûmît Ozdag çû Antakyayê, êrîşên li dijî sûriyeyiyan destpê kiriye. Elgaziyî got ku niştecihên wan deran alîkariya hev dikirin lê piştî gotinên "dizî çêdibe" gel jî bertek nîşan daye. (RT/FD)
Şaredariya Esenyurtê hatiye dorpêçkirin: "Em qeyûm naxwazin"

Koma ku stranên “Keça Kurdan” û “Şervano” digotin hatin desteserkirin

Derbarê welatiyê ku li Şirnexê got, ‘Biaxive, tu ji kû yî’ de lêpirsîn hat vekirin

13emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara Dadgeha Destûrê pêk neanî û dosye şand Dadgeha Bilind

Dadgehekê Mizraklî bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir
