Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parêzerên partiyê ji ber tayînkirina qeyûm li navenda alîkariyê ya Hasankocaya Pazarcikê û astengkirina xebatên alîkariyê gilî kiriye.
Rayedarên ku HDPê giliyê wan kirine ev in: Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu, Waliyê Mereşê Omer Faruk Coşkun, Qeymeqamê Pazarcikê Mustafa Hamit Kiyici, Fermandarê Cendirmeyan û hemû rayedarên ku di derbarê mijarê de talîmat dane an jî tevlî sûc bûne.
HDPê xwestiye ku derbarê rayedarên wezîfeya xwe xirap bikaranîne, astengkirina mafê sûdgirtinê ji xizmetên giştî û sûcên din de kar û barên qanûnî were kirin.
(EMK/AY)