TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 432
Li Dêrsimê şer: Çawîşekî pispor hate kuştin
Li nezî gundê Atadogdu ya Dêrsîmê navbera leşker û hêzên PKKê de şer derket û çawîşekî pispor canê xwe ji dest da.
28 Kanûn 2016
Peskovî piştrast nekir ku Tirkiye û Rûsyayê li ser “agirbesteka li Sûriyeyê” li hev kiriye
Ajansa Anadolûyê ragihand ku Tirkiye û Rûsyayê ji bo agirbesteka li Rûsyayê li hev kiriye û li ser planekê dixebite. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskovî got “li ser wê yekê agahiyên min ên berfireh nînin.
28 Kanûn 2016
Kesên ne ji Amedê bin wê nikaribin têkevin trîbûnên Amedsporê
Di maça Gençlerbirligi û Amedsporê de tenê kesên ku li Amedê ji dayîk bûne wê karibin têkevin tirîbunên Amedsporê.
28 Kanûn 2016
Ferhat Encu ji nameyek şand ji malbatên Roboskiyê re şand
Parlementerê Şirnexê yê HDPê Ferhat Encu bo 5. salvegera Qetlîama Roboskiyê ji malbatan re name şand.
28 Kanûn 2016
2 girtiyên zarok li Girtîgeha Maltepeyê di gireva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Maltepeyê du girtiyên zarok ji ber pirtûkên wan nadin wan, televizyon û sarincê wan hatine hilanîn û mafê wan ê hewahilanînê tê astengkirin bertek nîşanî gardiyan dan. Her du zarok gireva birçîbûnê dane destpêkirin.
28 Kanûn 2016
Li 11 gundên Amedê derketina derve hat qedexekirin
Li 11 gundên gundên girêdayê navçeyên Lice, Hezro û Karazê yên Amedê derketina derve hat qedexekirin.
28 Kanûn 2016
Hevşaredara Agirîyê, Mukaddes Kubîlay hat girtin
Hevşaredara Agirîyê, Mukaddes Kubîlay hat girtin. Bi girtina Kubîlayê 71 hevşaredarên 46 şaredariyên DBPyî hatin girtin.
28 Kanûn 2016
Leşkerê ku li El Babê birîndar bûbû li Enqereyê mir
Bozarslanê leşker li El Babê di şerê digel DAIŞê de birîndar bûbû. Leşkerê birîndar li Enqereyê di Nexweşxaneya GATAyê de dihat dermankirin. Leşker îro li nexweşxaneyê miriye.
27 Kanûn 2016
Kurtulmuş: Bila hin hevalên di medyayê de lingên xwe zêde dirêj nekin
Numan Kurtulmuş piştî Civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da ji çapemeniyê re. Kurtulmuş li ser pirsa nûçegihanê Cumhuriyetê Sînan Tartanoglu ya derbarê “2 leşkerên ku tê îdiakirin DAIŞê wan şewitandiye” de bersiveke tund da.
27 Kanûn 2016
Şirketa ku Seray Şahîner ji karî avêt ti daxuyanî neda
Şahînera nivîskar ji ber ku ji Bilal Erdoganî re gotibû “yê zêde zana” polîsan ew desteser kiribû. Ji ber desteserkirinê şirketa çêkirina fîlman ya ku wê jê re kar dikir, Lîmon Yapimê ew ji karî avêtiye. Xwediyê Lîmon Yapimê Hayrî Aslanî bersiva pirsên bianetê neda û da zanîn paşê ew ê daxuyaniyekê bide.
27 Kanûn 2016
Ekin Karaca
Fatma Sumbula Dayîka Şemiyê wefat kir
Fatma Sumbul ku yek ji Dayîkên Şemiyê ye û 36 sal li pey kurê xwe ket û aqûbeta wî ji dewletê dipirsî duh êvarê wefat kir.
27 Kanûn 2016
Akinci: Çêdibe li Havîna 2017ê, li Qibrisê referandûm bikeve di rojevê de
Serokkomarê Qibrisa Bakurî, Mustafa Akinciyî eşkere kir ku heke 8-10 maddeyên çareserkirina Qibrisê bê pêkanîn çêdibe li Havîna 2017ê, li Qibrisê referandûm bikeve di rojevê de.
27 Kanûn 2016
Dadgeha Enqereyê çêkirina nûçeyên li ser kuştina Karlovî qedexe kir
Dadgeha Enqereyê ya Sûlh û Cezayî ya 7. çêkirina nûçeyên li ser kuştina balyozê Rûsyayê yê li Tirkiyeyê qedexe kir.
27 Kanûn 2016
Eyup û Mahir Karabey 21 sal ewil pişti binçavkirine hatin qetilkirin
21 sal ewil iro li navçeya Çelê ya Colemêrgê her du birayên bi navên Eyup û Mahir Karabey piştî binçavkirinê hatin qetilkirin.
26 Kanûn 2016
Di nav 6 mehan de 1656 kes ji ber medyaya civakî hatin girtin
Wezareta Karên Hundir daxuyand ku derbarê bi sedan kesan de ji ber parvekirinên di medyaya civakî de bi hinceta ‘nav li gel dikin ku wan kîndar û xwedînefret bikin, pesnê rêxistinê didin, heqaretê li mezinên dewletê dikin’ ve lêpirsîn daye destpêkirin û li gorî vê yekê di 6 mehên dawî de 1565 kes hatine girtin.
26 Kanûn 2016
Li 3 şaredariyên DBPî qayûm hat tayînkirin û hevşaredarek jî hat girtin
Li şaredariyên Xîzan, Motkan û Tatîkê qayûm hat tayînkirin û derbarê Hevşaredara Akdenizê Yuksel Mutlu de jî biryara girtinê hat dayîn.
26 Kanûn 2016
Leşkerê ku li El Babê birîndar bûbû mir
Leşkerê ku li El Babê birîndar bûbû li Nexweşxaneya Dîlokê dihat dermankirin. Îro leşkerê birîndar miriye. Di operasyonên TSK li Sûriyeyê digel AASyê dike heta niho 38 leşker mirine.
26 Kanûn 2016
Derbarê sînemagerên ku piştgirî dabûn Akademîsyenên Aştîxwaz de lêpirsîn dan destpêkirin
433 sînemagerên ku danezane piştgirîdayînê ya ji bo Akademisyenên Aştîxwaz belav kiribûn de bi hinceta “pena sûc û sûcdaran dane” ve lêpirsîn dan destpêkirin.
26 Kanûn 2016
Çayfiroşê Rojnameya Cumhuriyetê bi tometa “heqaret-kirina li serokkomarî” hat girtin
Şenol Buran Çayfiroşê Rojnameya Cumhuriyetê ye. Wî gotiye ku ew ê çayê nede serokkomarî li ser vê yekê polîsan ew girtiye.
26 Kanûn 2016
Di serdegirtinan de gelek rojnameger hatin binçavkirin
Edîtorê Dikenê Tunca Ogreten, Berpirsê Rojnameya Yolculukê Eray Saygin, Şefê Buruya DIHABERê Omer Çelik, nûçegihan Metin Goksu, xebatkarê BirGunê Mahir Kanat û Mudira ETHAyê Derya Okatan di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
26 Kanûn 2016
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Aysel Tugluk hat desteserkirin
Bi daxwaza Serdozgeriya Dadgeha Amedê, cihgira hevserokên HDPyê Aysel Tugluk li Enqereyê hat desteserkirin.
26 Kanûn 2016
Balafira ku Koroya Artêşa Rûsyayê tê de bû ket
Balafira Artêşa Rûsyayê piştî ji Balafirgeha Soçîyê ji bo biçe Balafirgeha Laskiyeyê firiya di demekê kurt de ket.
25 Kanûn 2016
Komaleya Nivîskarên Jin derbarê Sevîm Korkmaz de daxuyanî da
Komaleya Nivîskarên Jin bertek nîşanî binçavkirina Sevîm Korkmaz da û got: “Yên ku ji hêza gotinan ditirsin bila vê yekê baş bizanibin ku ti kes nikare kelepçe li gotinan bixe.”
23 Kanûn 2016
Li ser wan leşkerên ku DAIŞ îdia dike wê ew kuştine, daxuyanî hatin dayin
Bavê yek ji wan leşkerên ku DAIŞ îdia dike wê ew kuştine got ji bo malbatê ti agahî nehatine dayin.
23 Kanûn 2016
Hevşaredara Agiriyê Mûkades Kubilay hat binçavkirin
Hevşaredara Agiriyê Mûkades Kubilay li Îzmîrê di encama serdegirtina mala keça wê de hat binçavkirin.
23 Kanûn 2016
Li Lîbyayê balafirek hat revandin
Li Libyayê balafira ku serfera navwelêt pêk dianî û 118 kes tê de bû hat revandin. Êrişkaran balafirê daxistin Maltayê.
23 Kanûn 2016
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Gumanbarê êrişa li Berlînê hat kuştin
Anis Amrî ku dihat gotin ku ew gumanbarê êrişa li Berlînê ye, li Îtalyayê hate kuştin.
23 Kanûn 2016
KESK ber bi Enqereyê ve dimeşe
KESKê ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve Meşa Kedkaran lidar dixe. Hevserok Lamî Ozgen geşedanên derbarê meşê de ji bianet’ê re vegot.
23 Kanûn 2016
Pervîn Buldan serbest e
Dadgeha Bakirkoyê biryara serbest-berdana Pervîn Buldanê da. Buldanê ji bianetê re got wê îfade nedaye.
23 Kanûn 2016
Ekin Karaca
Hat îdiakirin ku DAIŞê 2 leşkerên tirk kuştine
DAIŞê îdia kir ku wan 2 leşkerên tirk ku ev demeke dirêj e destê wan de dîlgirtîbûn kuştine. Derbarê kuştina wan her du leşkeran de vîdeoyek jî hat parvekirin lê derbarê mijarê de rayederên Tirkiyeyê ti daxuyanî nedane hêj.
23 Kanûn 2016
Polîsan Pervîn Buldan desteser kir
Polîsan Pervîn Buldana parlamentera HDPyê û cihgira serokê parlamentoyê vê sibeyê li mala wê desteser kir.
23 Kanûn 2016
RTUKê ji Turksatê xwest ku weşana Yol TVyê were qutkirin
Lijneya Bilind ya Radyo û Televizyonan ya Tirk (RTUK) bi tawana ‘heqaret li Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdoganî kiriye' ji Turksatê xwest ku weşana Yol TVyê were qutkirin.
22 Kanûn 2016
1
...
430
431
432
433
434
...
441
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver