Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokomarê berê yê Misrê Husnu Mubarek hat berdan.
Ferid El Deeb, Parêzerê Mubarek ji AFPyê re axivî û piştrast kir ku Mubarek ji nexweşxaneya leşkeri derket ku cezayê xwe zêdetir liv ir bihurand.
Di sala 2011an de piştî ku serîhildanên gel ên ku bi navê Bihara Erebî ve hatin binavkirin li Misrê jî destpê kir, Mubarek di meha sibatê de ji erk hat dûrxistin û di nîsana 2011an de jî tevlî du kurên xwe hatibûn girtin.
Mubarek bi berpirsiyariya kuştina bi sedan xwepêşandarên xwepêşandanên Bihara Erebî dihate tawanbarkirin û di sala 2012an de cezayê heta hetayê standibû, lê paşê biryar ji hêla dadgeha bilind ve hatibû xerakirin.
Mubarek dubare car hatibû darizandin û biryara beraatê standibû.
Mubarek herwiha ji dozên gendeliyê jî beraat kiribû.
Serokomarê berê yê Misrê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê demeke dirêj e li Qahîreyê di nexweşxaneyeke leşkeri de dima.
(YY/FD)
Çavkanî: Euronews, Sputnik News, BBC, Deutsche Welle Tirkiye