Li gundên Tetwanê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Li hin gund û gundikên navçeya Tetwan a Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Bedlîsê, bi armanca girtina endamên rêxistinê û avakirina aramiya civakê ve, Qaymeqamiya Tetwanê li gorî xala 32/Ç a Yaseya Rêvebirina Bajêr a hejmar 5442ê ji 25ê Adarê saet 18.00 û pê de heta biryareke din li gundên Teknecik, sallica, Donertaş, Kisikli, Suboyu Yumrukaya û Saridalê û gundikên bi wan ve girêdayî qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Tetwan navçeyeke Bedlîsê ye û li Başûr Rojhilatê Anadoluyê li rojavayê Gola Wanê dikeve. 22 tax û 56 gundên Tetwanê hene. Hejmara navçeyê 89 hezar û 185 e. Di hilbijartina 2014an de Fettah Aksoy namzetê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bû şaredar.
(NV/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.