Welatiyan li Ewropayê ji bo referandûmê dest bi dengdanê kir
Welatî dê li şeş welatên Ewropayê îro dengî bidin. Dengdan dê ji bo referandûma li Tirkiyeyê be.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Tirkiyeyê ji bo referandûmê, welatî dê di 16ê Nîsanê de dest bi dengdanê bikin. Welatîyên li şeş welatên Ewropayê dê îro dest bi dengdanê bikin.
Li deriyên sînorî dengdanê dest pê kiriye. Di siet 9ê sibeyê de dengdanê dest pê kir û dê di 9ê şevê de biqede.
Dengdana li welatên derveyî Tirkiyeyê dê di 9ê Nîsanê de biqede.
Sindoqên li 57 welatan
Li 120 navendên 57 welatan deng dê bêne dayin.
2 milyon û 927 hilbijêr li derveyî Tirkiyeyê dijîn. Hejmara herî zêde li Almanyayê ye. Li Almanyayê Milyonek û 423 hilbijêr hene.
Wêne: Özgün Tiran – Kırklareli / AA
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.