Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
DAIŞê aşkere kir ku êrişa duh li ber Parlamentoya Îngiltereyê çêbûyê ji hêla wan ve pêk hatiye.
Duh ber êvarê li ser Pira Westminster a nêzîkî Parlamentoya Îngiltereyê wesayîtek ketibû nav qerebalixê û di encamê de gelek kes birîndar bibûn. Piştî ku wesayit kete nav qerebalixê, ajokar ji wesayitê derketibû û polîsek bi kêrê birîndar kiribû. Polîsan li ser vê rewşê gule bera êrîşkar dabû û di encama vê bûyerê de êrîşkar jî di nav de 5 kes miribûn 40 kes jî birîndar bibûn.
Îro Ajansa Amaqê peyamek weşand û got ku êrîşa duh ji hêla “leşkerekî DAIŞê’ ve hatiye kirin. Di peyamê de hate diyarkirin ku welatiyên hêzên hevpeymana li dijî DAIŞê hatine hedefgirtin.
Di daxuyaniya ku berpirsiyariya êrîşê hate ragihandin de ti detay derbarê bûyerê û nasnameya êrîşkar de nehate aşkerekirin.
Di vê navberê de Serokwezîra Îngiltereyê Theresa May destnîşan kir ku êrîşkar ji hêla rêxistina istixbarata Îngiltere MI5ê ve tê naskirin û çend sal bere bi gumana şîdeta tundrew lêpirsîn derbarê wî de hatiye vekirin.
May diyarkir ku êrîşkar li Îngiltereyê çêbûye û bandora îdeolojiya îslamî li ser wî hebûye, lê Mayê ti navê koman bilêv nekir.
Ji 2005an heta niha êrîşa herî mezin a li Londonê
Di 7ê Tîrmeha 2005an de li xalên cuda yên yên metroya Londonê êrîşên xwekuj pêk hatibûn. Di encamê de 52 kes miribûn û 770 kes jî birîndar bibûn.
Êrîşa ku duh pêk hat piştî êrîşa 2005an a herî mezin bû.
(ÇT/FD)