Erd germ dibe – Ji bo hişyarkirina civakê sibeyê ronahî dê bêne girtin
Tîmên wek Fenerbahçe, Galatasaray û Beşîktaşê jî dê meydanên xwe yên lîstinê sibeyê tarî bike.
.jpg)
*Wêne: Gokhan Tan
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Her ku diçe erd germ dibe. Ji bo hişyarkirina civakê sibeyê li Birca Eyfelê, Avahiya Operayê ya Sydneyê, pira Bogazîçîyê û gelek avahiyên dîrokî ronahî dê bêne temirandin.
Par li ji 400an zêdetir avahiyan ronahî hatibûn temirandin. Îsal tîmên wek Fenerbahçe, Galatasaray û Beşîktaşê jî dê meydanên xwe yên lîstinê sibeyê tarî bike.
Herweha 16 zanîngeh û 26 monoment jî dê bêne tarîkirin.
Destpêka vê çalakiyê ji Awûstûryayê dest pê kir. Niho ji 150yan zêdetir welatan ji 7 hezaran zêdetir bajaran ronahî tê girtin. (ÇT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.