TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
MEDYA
Rûpela 12
Edalet dîsa dereng ket: Aydin Engînî di doza “karta çapemeniyê” de biser ket
Aydin Engînî ji ber rojnamegeriya xwe ya 53 salan bûbû xwediyê ‘karta çapemeniyê ya domdar’ û ji bo ku karta wî nû nedikirin di sala 2020an de doz li Serokatiya Ragihandinê vekiribû. Agahiya serketina hiqûqî ya Engînî piştî mirina wî hat.
29 Adar 2022
Hikmet Adal
Li Konyayê nijadperestan êrişî rojnamegerên herêmî kirine
Li Ereglî, navçeya Konyayê rojnamegerên bi navê Ûmût Yaygir û Ozcan Saraç dema li xwaringeheke xwarinê dixwin rastî êrişê hatine. Hatiye îddiakirin ku koma ku êrişî wan kirine nijadperest in û her weha rojnamegeran îddia kirine ku êriş bi destê Huseyîn Oprûkçû, Şaredarê Eregliyê ku MHPyî ye hatiye kirin.
29 Adar 2022
Rojnamegeriya di nava çar dîwaran de: Rewşa awarte dewam dike
Li gorî rapora Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê di girtîgehên Tirkiyeyê de 65 rojnameger hene.
28 Adar 2022
Rojnameger Aydin Engin hatiye binaxkirin
Aydin Engînê di 82 saliya xwe de çû ber dilovaniya xwe, bêyî merasîma cenazeyê were çêkirin, li Goristana Çengelkoyê hatiye binaxkirin.
25 Adar 2022
Rojnameger Aydin Engîn çûye ber dilovaniya xwe
Rojnameger Aydin Engîn di 81 saliya xwe de çûye ber dilovaniya xwe. Engîn di 8ê Adarê de ji ber ziravê xwe emeliyat bûbû.
24 Adar 2022
Oksana Baulina rojnamegera şeşem e ku di dagirkirina Ukraynayê de hatiye kuştin
Oksana Baulina, xebatkara The Insiderê dema dîmenê hilweşîna ji ber bombebarana Rûsyayê ya li herêma Podîl a Kîevê girtiye, hatiye kuştin.
24 Adar 2022
Hin kesan bi çekan gef li rojnameger Altan Sancarî xwariye
Wesayiteke bê pilaqe, li Amedê pêşiya wesayita rojnameger Altan Sancarî biriye. Yek ji rêbiran çeka xwe ya li ber nava xwe nîşanî Sancarî daye û jê re gotiye: "Te lingê xwe zêde dirêj kir, biaqil be." Sancarî giliyê wan kiriye.
23 Adar 2022
Ayça Söylemez
RSFyê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî giliyê Rûsyayê kiriye
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) diyar kiriye ku rojnameger di demên şerî de ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve tên parastin û li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî giliyê Rûsyayê kiriye.
18 Adar 2022
RSF: Ji bo rojnamegeran biparêze, divê Tirkiye tavilê gavan biavêje
Nûnerê Tirkiyeyê yê RSFyê, Erol Onderoglûyî gotiye ku kuştina Gungor Aslanî li ber çavan bû û wiha dewam kiriye: "Digel ku peyamên gefxwarinê dihatin zanîn, rayedaran gav neavêtine û erka parastina Arslanî bicih neanîne."
17 Adar 2022
Li Rûsyayê rojnamegerekê di dema weşana zindî de şer protesto kiriye
Li Rûsyayê di dema weşana zindî de rojnameger Marîna Ovsyannîkova bi kaxizekê derketiye pêş ekranê û şer protesto kiriye. Di pankartê de ev tişt nivîsandine: “Ji şer re na. Şer bisekinînin. Ji propagandayê bawer nekin. Li wir derewan li we dikin."
15 Adar 2022
Rojnameger Brent Renaud li Ûkraynayê hatiye kuştin
Renaudiyê 51 salî, ji bo çendîn dezgehên medyayê yên DYAyê vîdeo-nûçe amade dikirin.
14 Adar 2022
Dadgehê 2 sal û 4 meh ceza li rojnameger Kabaşê biriye û ew tehliye kiriye
Kabaş ji ber sûcê "heqareta li Serokomarî" bi 2 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hatiye cezakirin û heyetê ew tehliye kiriye.
11 Adar 2022
Dadgehekê malpera PÎRHA û ya Yeni Yaşamê asteng kiriye
Daweriya Aştî û Cezayî ya 1em a Hatayê malpera Pîrha û ya Yeni Yaşamê asteng kiriye.
10 Adar 2022
Zêdetirî 150 rojnamegerî ji Rûsyayê reviyane
Ji ber zext û zora şerî, rojnamegerên rûsî terka welatê xwe dikin. Li gorî zanyariyan heta niha 15 rojnameger hatine Tirkiyeyê.
8 Adar 2022
Hikmet Adal
'Seteney’, hejmara taybeta 8ê Adarê ya Jînepsê weşiyaye
Jînepsê bi 16 zimanên cûda gotiye, “Jin, Jiyan, Azadî”
8 Adar 2022
DFG: Di Sibatê de 16 sal ceza li 5 rojnamegeran hatiye birîn
DFGê di rapora xwe ya meha Sibatê de diyar kiriye ku rojnamegerek hatiye kuştin, sê rojnameger bi êrişê re rûbirû mane, 3 rojnameger hatine girtin, 7 rojnameger desteser kirine û li 5 rojnamegeran jî bi giştî 16 sal cezayê girtîgehê hatiye birîn.
4 Adar 2022
Rêxistinên rojnamegeran: Divê rojnameger werin parastin
Rêxistinên rojnamegeran di daxuyaniya xwe ya hevbeş de bal kişandine ser necezakirinê û xwestine jiyana rojnamegeran were parastin.
22 Sibat 2022
Dadgehê cezayê girtîgehê li rojnameger Dûrket Surenê biriye
11emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di sûcê “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” de ji bo rojnameger Surenê biryara beraetê daye. Her weha di sûcê “propagandaya rêxistinê” de sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê biriye.
21 Sibat 2022
Hulya Kilinç, Bariş Pehlîvan û Mûrat Agirel serbest bûne
Hulya Kilinç, Bariş Pehlîvan û Mûrat Agirel ji ber ku mirina karmendê MITê kiribûn nûçe ceza li wan hatibû birîn. Piştî pesendkirina cezayên wan duh dîsa ketibûn girtîgehê. Her sê rojnameger di saetên êvarê de serbest hatine berdan.
16 Sibat 2022
Hulya Kilinç, Mûrat Agirel û Bariş Pehlîvan wê dîsa bikevin girtîgehê
Cezayê Bariş Pehlîvan û Mûrat Agirel di hefteyên derbasbûyî de hatibû pesendkirin. Herdu rojnameger çûne Edlîyeya Stenbolê ya Çaglayanê xwe radest kirine. Hulya Kilinç jî ji mala xwe ya li Manîsayê hatiye girtin.
15 Sibat 2022
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Îddianameya Sedef Kabaşê qebûl bûye: 12 sal û 10 meh ceza tê xwestin
Rojnameger Sedef Kabaş ji ber gotinên xwe yên li dijî Erdogan hatibû girtin. Kabaş bi tohmeta ku ‘heqaret li Serokomarî’ û ‘li du wezîran’ kiriye wê bê dadgehkirin. Ji bo Kabaşê bi giştî 12 sal û 10 meh cezayê girtîgehê tê xwestin.
15 Sibat 2022
Zeynep Dûrgût, nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê hatiye desteserkirin
Zeynep Dûrgût, nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê desteser kirine û birine Rêvebiriya Emnîyeta Şirnexê. Her weha sedema desteser kirina Dûrgûtê hê nehatiye zanîn.
14 Sibat 2022
Li Meksîkayê ji sersalê û vir ve 5 rojnameger hatine kuştin
Hejmara rojnamegerên hatine kuştin ji sersalê û vir ve bi kuştina Heber Lopez, rêvebirê Notîcîas Webê re derketiya 5an. Ji sala 2000î heta niha hejmara rojnamegerên hatine kuştin ji 140î derbas bûye.
11 Sibat 2022
Dadgehê sal û 6 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Selda Mandûzê biriye
2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê bi iddiaya ku “propagandaya rêxistinê” kiriye sal û 6 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Selda Mandûzê biriye.
8 Sibat 2022
Dadgeha Destûrî: Mafê rojnameger Ûgûrî hatiye binpêkirin
Dadgeha Destûrî di biryara xwe de gotiye ku ji ber rojnameger Cemîl Ûgûr desteser kirine, “maf û ewlehiya wî ya şexsî” hatiye binpêkirin. Hikûmet bi 67 hezar û 500 TL cezayê pereyan hatiye cezakirin.
8 Sibat 2022
Rojnameger Nûrcan Yalçin serbest bûye
Rojnameger Nurcan Yalçin ku bi daxwaza girtinê şandibûn dadgehê, bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
8 Sibat 2022
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Rojnameger Mervan Yûsûf li Yêmenê hatiye kuştin
Rojnameger Mervan Yûsûf (Marwan Youssef Al-Mukradi) li Yemenê hatiye kuştin. Yûsûf şerê di navbera Hûsiyan û rêvebiriya Yemenê de dişopand.
7 Sibat 2022
Rojnameger Nûrcan Yalçin li Amedê hatiye desteserkirin
Polîsan bi ser mala rojnameger Nûrcan Yalçinê de girtiye û ew desteserkirin e. Rojnameger Yalçin birine Şaxa Têkoşîna Dije Terorê û sedema desteserkirina wê hê nehatiye zanîn.
4 Sibat 2022
27 saziyên sivîl ên navnetewî: Bila Sedef Kabaş serbest bibe
Ji cîhanê 27 saziyên azadiya xweîfadekirinê û yên rojnamegeriyê bang li Tirkiyeyê kiriye û xwestiye rojnameger Sedef Kabaş serbest bibe. Her weha heman saziyan xwestiye ku lêpirsîneke berfireh li kesên gef li Alîcan Ûlûdagî xwarine bê kirin.
1 Sibat 2022
Jînepsê kampanyaya abonetiyê daye destpêkirin: Em ê bi hev re biserkevin
Rojnameya mehane ya Dengê Azad yê Çerkezan/Jînepsê kampanyaya abonetiyê daye destpêkirin.
31 Çile 2022
Bêhtir nûçeyên derbarê gendeliyê û karên neqanûnî de asteng kirine
Li gorî rapora Komeleya Lêkolînên Medyayê, di salekê de kêmanî ji bo hezar û 197 nûçeyan biryarên astengkirinê dane. Bêhtir nûçeyên Cûmhûriyet, BirGun û Oda TVyê asteng kirine.
28 Çile 2022
DMMEyê ji bo Denîz Yucelî Tirkiye ceza kiriye
Dadgeha Mafên Mirovan ji ber ku Denîz Yucel 367 rojan di girtîgehê de hiştiye, Tirkiye ceza kiriye. Dadgehê diyar kiriye ku “mafê azadiya xweîfadekirinê, azadiyê û yê ewlehiyê hatine binpêkirin.”
25 Çile 2022
1
...
10
11
12
13
14
...
21
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver