Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Cemal Kaşikçi di Konsolxaneya Stenbolê ya Erebîstana Siûdî de hatibû kuştin. Têkildarî kuştina Cemal Kaşikçi 26 kes tên dadgehkirin. Doza kuştina Kaşikçiyî îro li 11êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatiye.
Hatice Cengîz, destgirta Cemal Kaşikçi, Alî Ceylan, parêzerê wî û Erol Onderoglû, Nûnerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) tevlî danişînê bûne.
Di danişîna 7emîn de dozger nêrîna xwe aşkere kiriye. Dozger gotiye ku Serdozgeriya Erebistana Siûdiyê ji dadgeha Tirkiyeyê re nivîsa şandiye û daxwaza veguhestina dozê ji bo welatê xwe kiriye û xwestiye biryara bultena sor a li ser bersûcan were betalkirin ango rakirin.
Dozger li gorî daxwaza serdozgeriya Erebistana Siûdî nêrîna xwe aşkere kiriye.
Dadgehê jî ji bo Wezareta Edaletê nêrîna xwe ya têkildarî veguhestina dozê ji bo dezgehên edlî yên Erebistana Siûdî aşkere bike biryar daye ku nivîsê jê re bişîne.
Her weha dadgehê biryara rakirina bultena sor û biryara zeftkirina derbarê 26 bersûcan de ranekiriye.
Dadgehê danişîn taloqî 7ê Nîsanê kiriye.
Çi bûbû?
Ji 2yê Çiriya Pêşiyê saet 13.00ê û vir ve ti agahî ji Cemal Kaşikçiyî nayê wergirtin ku di wê demê de çûye Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê.
28ê Îlonê ji Kaşikçiyî re hatiye gotin ku “kaxizên te ne amade ne” û jê xwestine ku 2yê Çiriya Pêşiyê dîsa here Konsolxaneyê.
Dîmenên ku dema Kaşikçi dikeve Konsolxaneyê duh di rojnameya Washington Postê de hatibû belavkirin.
Ji bilî Reutersê û rojnamegerên ji Tirkiyeyê, Tûran Kişlakçi Serokê Komeleya Medyaya Tirkan û Ereban jî îdia kirine ku Kaşikçi hatiye kuştin û cesedê wî ji avahiya Konsolxaneyê hatiye derêxistin.
Di vê navberê de ji bo lêpirsîna edlî li Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê bişopîne, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, erk daye wekîlekekî serdozgeriyê û dozgerekî komarî.
(HA/AY)