Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Shireen Ebû Akleh, nûçegîhana Al-Jazeerayê li Qampa Penaberan a Cenînê ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve bi guleyan hatiye kuştin.
Rojnamegera 51salî operasyona leşkerên Îsraîlê ya li dijî Qampa Penaberan ya Cenînê dişopand. Digel ku êlegê çapemeniyê lê bûye guleyek li ser û çavên wê ketiye û hatiye kuştin. Cinazeya Aklehê birine Nexweşxaneya Îbnî Sîna ya Cenînê û piştre jî merasîma cinazeyê hatiye kirin.
Rojnamegerê Felestînî Alî el-Samoudî jî di dema şopandina heman operasyonê de di pişta xwe de birîndar bûye.
Al-Jazeera: Hukumeta Îsraîlê berpirsiyar e
Al-Jazeerayê daxuyanî daye û gotiye: "Em vê tawana kirêt a ku bi armanca rê li ber çapemeniyê bigire û nehêle erka xwe pêk bîne şermezar dike û em hikumeta Îsraîlê ji kuştina hevkarê xwe berpirsyar digirin. Em ê bûyerê bişopînin.”
Arteşa Îsraîlê derbarê bûyerê daxuyaniyek nivîskî weşandiye û gotiye ku wan têkildarî bûyerê lêkolîn daye destpêkirin.
Artêşê hewldaye kuştina rojnamegerê bixe situyê felestiniya û weha gotiye, “Arteş bûyerê lêdikole û dibe ku rojnameger ji aliyê çekdarên Filistînî ve hatibin kuştin."
Rojnamegera Qadê bû
Ji aliyekî din ve di nûçeya li ser malpera Aj Jazeerayê da jî hatiye diyarkirin ku Şîrîn Ebû Aqîleyê ji rojnamegerên qadê yên kanalê yên nifşa ewil bûye, li herêmê ji bo demeke dirêj xebat meşand ku aloziyên di navbera Îsraîl û Filistînê tomar bike.
Di nûçeyê de ji xeynî vî hat gotin, rojnamegera ku di 1971ê da li Orşelîmê ji dayik bûye, ji Beşa Rojnamevanî û Çapemeniyê ya Zanîngeha Yermûkê ya li Urdinê qedandiye.
(HA/AY)