Li Xezeyê agirbest ragihandine
Neteweyên Yekgirtî ji bo ragihandina agirbestê ya di navbera Îsraîl û Xezeyê de pêk hatiye, kêfxweşiya xwe aşkere kiriye. Agirbest bi navbeynkariya Misrê çêbûye. Tevgera Cîhada Îslamî gotiye, “Ger Îsraîl şert û mercên me yên qebûl kirine, pêk neyne, em ê weke ku peyman nebûye tevbigerin."