Îsraîlê êrişî Felestînê kiriye: Jê 9 zarok 21 felestînî mirine

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî êrişên hêzên ewlekariyê yê Îsraîlê yên li ser Mescîdî Aksa û Şeyh Cerraha Qûdusê, Hamasê jî ji Gazzeyê bi mûşekan êrişî Beyt Şemsê û Rojavayê Qûdusê kiriye.
Wezareta Tenduristiyê ya Felestînê ragihandiye ku Îsraîlê weke bersivdayina êrişên Hamasê yên bi mûşekan, êrişî Gazzeyê kiriye û di encama êrişê de 9 jê zarok 21 felestinî mirine.
Artêşa Îsraîlê piştî êrişên bi muşekan hêzeke nû aniye ser sînorê Gazzeyê.
Şer û pevçûnên ku di 7ê Gulanê de di navbera polîsên Îsraîlê û xwepêşandêrên felestînî de destpêkiribû, hê jî didome û bi tenê duh di encama êrişan de 103 felestînî birîndar bûne.
Zêdetirî 300 felestînî birîndar bûne
Heyva Sor a Felestînê aşkere kiriye ku di pevçûna şevê de herî kêm 305 Filistînî birîndar bûne û ji wan 228 kes li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Îsraîlê jî diyar kiriye ku 21 polîsan wan birîndar bûne. Di dîmenên kul i ser medya civakî hatiye parvekirin de xûya dibe ku bombeyên gazê davêjin derdora Mescîda Aksayê.
Ji aliyê din ve hukumeta Îsraîlê biryara valakirina Şeyh Cerrahê taloq kiriye.
(TP/AY)
*Çavkanî Ajansa Anadolûyê