Li Xeta Xezeyê ji 7ê Çiriya Pêşiyê û vir ve hejmara Filistîniyên ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatine kuştin derket 29 hezar û 514an.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê de hat destnîşankirin ku êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê 140 roj in didomin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, hat diyarkirin ku di 24 saetên dawiyê de 104 kes hatin kuştin û 160 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hejmara filistîniyên ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatine kuştin derket 29 hezar û 514an.
Li gorî heman daxutaniyê ji ber êrîşan, hejmara birîndaran jî bû 69 hezar û 616.
(FD)