Li Xezeyê 27 hezar û 840 filistînî hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê ragihand ku di êrîşên dawî yên Îsraîlê de 130 filistînî hatin kuştin û 170 filistînî jî birîndar bûn.

Eşref el-Kudra, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê di daxuyaniya xwe de têkildarî êrîşên Îsraîlê yên 125 roj in didomin ên li ser Xezeyê agahî da.
Kudra diyar kir ku hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawî de li Xezeyê 130 filistînîyên din kuştin û 170 Filistînî jî birîndar bûn û destnîşan kir ku ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve hejmara Filistîniyên li Xezeyê mirine derket 27 hezar û 840an û hejmara birîndaran jî derket 67 hezar û 317an.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref el-Kudra diyar kir ku li Xezeyê di bin xirbeyan û li ser rêyan da mirî hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlê tîmên tenduristiyê û wezîfedarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
(AS/AY)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.