Selame Marûf, Serokê Ofîsa Medyayê yê hikûmeta li Xezeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bertek nîşanî êrîşa artêşa Îsraîlê da ku ev êrîş li dijî filistiniyên li benda barhilgirên alîkariya mirovî bûn.
Marûfî got ku “Îsraîl bi israr dixwaze polîtîkaya xwe ya birçîhiştina gelê filîstînê kûr bike. Polîtîkaya birçîhiştinê ya hêzên dagirker, tevî sûcên qirkirin û paqijiya etnîk, yek ji planên wan ên sereke ye.”
“Îsraîl di mijara serbestberdana alîkariya mirovî de ne cidî ye”
Artêşa Îsraîlê vê sibehê li Xaçerêya Kuweytê ya li rojhilatê Xeta Xezeyê êrîşî filistîniyan kir ku li benda barhilgirên alîkariyê bûn. Di encamê de 7 kes mirin, zêdetir ji 20 kesî jî birîndar bûn.
Selame Marûfî diyar kir ku bi êrîşa Îsraîlê ya îro re, hejmara kesên li bakur dema li benda alîkariya mirovî ne û hatine kuştin ji 400î bihuriye û hejmara birîndaran jî gihîştiye hezar û 300 kesî.
Hejmara miriyan bû 31 hezar û 184
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê Eşref el-Kudrayî îro daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Îsraîl 158 roj in êrîşî Xeta Xezeyê dike û di 24 saetên dawiyê de li vir 72 filistînî kuştin. Li gorî daxuyaniya Kudrayî hejmara filistîniyên mirine, gihîştiye 31 hezar û 184an.
Her weha di êrîşên dawiyê de 129 filistînî birîndar bûn û li ser hev hejmara birîndaran bûye 72 hezar kes.
Kudrayî destnîşan kir ku ji sedî 72 ji filistîniyên mirine jin û zarok in. (AS/FD)