Li Xezeyê heta niha 30 hezar û 800 mirov mirin
Di encama êrîşên Îsraîlê de li ser hev 72 hezar û 298 mirov birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, encamên êrîşên Îsraîlê yên 153 rojan aşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya wan a nivîskî, Artêşa Îsraîlê di 24 saetan de 83 filistînî kuştin. Wezaretê diyar kir ku heta niha 30 hezar û 800 mirov mirin.
Di heman daxuyaniyê de got ku di demên dawiyê de 142 filistînî birîndar bûne û hejmara birîndaran heta niha gihîştiye 72 hezar û 298 kesan.
Wezaretê destnîşan kir ku Îsraîlê di 24 saetên dawiyê de “9 qetlîam pêk aniye” û li bin xirbeyan û li ber rêyan gelek mirî hene, lê ji ber hêzên ewlehiyê yên îsraîlî nahêlin, tîmên tenduristiyê û yên parastina sivîlan, nikarin xwe bigihînin cenazeyan. (AS/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.