Wezareta Tenduristiye ya Fîlîstînê ya li Xezeye derbare êrişên Îsraîlê de ku 147 roj in didomin îro daxuyaniyeke niviski da.
Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de 193 fîlîstîniyên din hatin kuştin û hejmara miriya derket 30 hezar û 228an.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrişên dawî yên Îsraîlê de 920 fîlîstîniyên din jî birîndar bûne û hejmara birîndaran jî derket 71 hezar û 377an.
Her weha di daxuyaniyê de hatiye diyar kirin k udi 24 saetên dawî de “16 qetlîam” pêk hat û li Xezeyê di bin xirbeyan û li ser rêyan da mirî hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlê tîmên tenduristiyê û wezîfedarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
(AS/AY)