Di Civata Giştî ya Parlamentoya Ewropayê (PE) de rapora 2023yan a bi navê “Li Cîhanê rewşa mafên mirovan û demokrasiye û politikaya Yekîtiya Ewropayê ya li beramberî wê” hate gotûbêjkirin. Di encama dengdanan de 265 deng ji bo erêkirina raporê, 253 deng jî li dijî raporê hatin bikar anîn. 10 parlamenter bêbiryar bûn.
Endamên Koma Çepgiran ên PEyê daxwaz kirin ku hin guhertin di raporê de bibin. Li gorî daxwaza wan, “banga agirbesteke lezgîn û mayînde” li xala 62yan a raporê hate zêdekirin.
Di rewşa nû ya raporê de hate gotin ku “YE bang li welatên endam û civaka navnetewî dike û dibêje, ji bo l i Xeta Xezeyê hemû kes bikaribin dan û dexlan û avê bi dest bixin, divê bi lez û bez agirbesteke mayînde pêk bê.”
Piştî vê guhertinê, careke din deng ji bo raporê hatin dan.
Cara pêşiyê ye ku PE bê şert û merc daxwaza agirbestê dike. Di 18ê Kanûna Paşiyê de PEyê biryareke din dabû û di wê biryarê de ji bo “agirbesteke mayinde” şertê serbestbûna hemû dîlan û tesfiyekirina Hamasê danîbûn pêş. (AS/FD)