Wezareta Tenduristiye ya Filistine ya li Xezeye derbare êrişên Îsraîlê de daxuyaniyeke niviski da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de di 11 qetlîamên ku artêşa Îsraîlê li Xezeyê pêk anîn de 103 kes mirin û 145 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên ku ji 7ê Çiriya Pêşiya 2023yan vir ve li Xezeyê didomin de bi giştî 28 hezar û 576 kes mirine û hejmara birîndaran jî derket 68 hezar û 291an.
Her weha di daxuyaniyê de hatiye diyar kirin ku li Xezeyê di bin xirbeyan û li ser rêyan da mirî hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlê tîmên tenduristiyê û wezîfedarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
Îsraîlê li Xezeyê du rojnamegerên din kuşt
8 Çile 2024
(AS/AY)