Îsraîlê di êrîşa hewayî ya li ser bajarê Xan Yûnisê de ku li başûrê Xezeyê ye wesayîta ku endamên çapemeniyê tê de bûn bombebaran kir.
Di êrîşê de 2 rojnamegerên ku bi navê Mustafa Sureyya û Hamza ed-Dahduh kuşt.
Hamza ed-Dahduh kurê nûçegihanê Al Jazeerayê Vail ed-Dahduh bû. Di êrîşên 25ê Çiriya Pêşiya 2023an ên Îsraîlê de hevjîn, kur, keç û neviyê Vail ed-Dahduh miribûn. Dahduh bi xwe di êrîşa Îsraîlê ya meha Kanûna Pêşiyê de birîndar bûbû.
Cenazeyên kesên di êrîşê de mirin, birine morga Nexweşxaneya Kuveytê ya bajarê Refahê.
Hamas: Sûcê şer e
Hamasê derbarê kuştina rojnamegeran de daxuyaniyeke nivîskî da û weha got: "Armanckirina rojnameger Dehduh û Sureyya ji aliyê dagirkeriya siyonîst, tawaneke şerî ya bi qestî ye ku bi terorîzekirina rojnamegeran û dûrxistina wan ji ragihandina rastiyan.”
Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan kir ku tawanên şerî yên Îsraîlê li dijî Filistîniyan belge bikin.
Hejmara rojnamegerên li Xezeyê hatin kuştin derket 109an
Li aliyê din hejmara rojnamegerên ku li Xezeyê ji destpêka êrîşên Îsraîlê ve hatin kuştin derket 109an.
Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê diyar kir ku ji sedî 9ê rojnamegerên li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê da mirin.
Sendîkayê di daxuyaniya xwe ya şermezarkirina kuştina Dahduh û Sureyya de, destnîşan kir ku ev êrîş dê rojnamegeran netirsînin, berovajî wê biryardariya wan a ragihandina sûcên Îsraîlê û şerê qirkirinê yê ku meşandiye zêdetir bike.
(HA/AY)