Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê Eşref Kûdrayî duh bi şev derbarê encamên êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xeta Xezeyê berdewam in zanyariyên nû dan.
Îsraîl 104 roj in êrîşî Xezeyê dike.
Li gorî ku Kûdrayî got, Îsraîlê di 24 saetên dawiyê de li Xeta Xezeyê 172 filistîniyên din kuştin, 326 ji wan jî birîndar kirin. Her weha diyar kir ku ji 7ê Çiriya Pêşiyê heta niha di encama êrîşên Îsraîlê de li Xezeyê, 24 hezar û 620 filistînî hatine kuştin û 61 hezar û 830 filistînî jî hatine birîndarkirin.
Wî destnîşan kir ku hîna di bin kavilan an jî li ber rêyan cenaze hene lê tîmên tenduristiyê û yên parastina sivîlan nikarin xwe bigihînin wan.
Navendên tenduristiyê bûn hedef
Kûdrayî got ku Îsraîlê li Xezeyê 337 xebatkarên kar û barên tenduristiyê kuştin û 99 xebatkarên tenduristiyê jî hîna di destên wan de ne.
Li gorî gotina Berdevkê Wezareta Tenduristiyê, Îsraîlê êrîşî 150 saziyên tenduristiyê kirine, 30 nexweşxane û 53 navendên tenduristiyê ji kar ketine û 122 ambûlan nikarin bi kar bên.
Her weha diyar kir ku ji ber hejmara zêde ya mirovan û nebûna hîjyenê, li stargehên filistîniyên ji warên xwe bûne û xwe spartine wir, zêdetirî 8 hezar mirov, bi nexweşiya Hepatit Ayê ango cûreyekî zerikê ketine. (AS/FD)