Blinken: Divê pevçûnên li Xezeyê bi dawî bibin
Wezîrê Kar û Barên Derve yê DYAyê Antony Blinkenî gotiye, di dema serdana wî ya Rojhilata Navîn de, xala hevbeş aramiya li Xezeyê bûye.

Serdana Wezîrê Kar û Barên Derve yê DYAyê Antony Blinkenî ya Rojhilata Navîn berdewam dike.
Blinken beriya biçe Îsraîlê, li balafirxaneyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Li gorî nûçeya ABC Newsê, Blinkenî gotiye, xala hevbeş a hevdîtinan alîkariya ji bo aramiya Xezeyê û jinûvezindîkirina wê ye.
Blinkenî destnîşan kir ku dema hevdîtin bi Erebistana Siûdiyê re kiriye, wan mijara asayîbûna têkiliyên di navbra Îsraîl û Ereban de nîqaş kiriye û got ku ji bo vê jî divê pevçûnên li Xezeyê bi dawî bibin. Her weha wî diyar kir ku avabûna dewleteke filistîniyan, pêwîst e.
Wezîrê Kar û Barên Derve yê DYAyê, piştî serdana Tirkiye û Yewnanistanê kiribû, çûbû Urdin, Qeter û Mirnişînên Erebî yên Yekbûyî. (AS/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.