Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ragihand ku ji 7ê Çiriya Pêşiyê heta niha, di encama êrîşên Îsraîlê de li Xeta Xezeyê 23 hezar û 84 filistînî mirin. Li gorî heman daxuyaniyê di 24 saetên dawiyê de 249 kes mirin û 510 kes jî birîndar bûn.
7 hezar kes winda ne
Li gorî daxuyaniya ku Ofîsa Medyayê weşandiye ya hikûmeta Xezeyê, di nava kuştiyan de 326 xebatkarên tenduristiyê, 45 endamên rizgarkirina sivîlan û 109 rojnameger hene.
Ji 7ê Çiriya Pêşiyê heta niha 7 hezar kes an di bin kavilan de mane yan jî winda ne.
Li gorî heman daxuyaniyê, beşeke 29 hezar avahiyan rûxixaye û 69 avahî bi temamî hilweşiyane.
Îsraîlê di dema êrîşan de 121 ambûlans kirine hedef, 30 nexweşxane, 203 navendên tenduristiyê bûne hedef.
Li gorî daxuyaniya Ajansa Avahîdaniyê û Alîkariya bi Penaberên Filistînî ya Rojhilata Nêzîk û Neteweyên Yekgirtî (UNRWA), ji 7ê Çiriya Pêşiyê ya 2023an û heta 6ê Kanûna Paşiyê ya 2024an, li Xezeyê milyon û 900 hezar mirov ji cihên xwe bûne.
Ev mirovên ji cihên xwe bûne, nikarin ava vexwarinê û ya paqij, xwarin û kelûpelên jiyanê bi dest bixin. (AS/FD)