Ofîsa çapemeniyê ya girêdayî hikûmetê ya li Xezeyê derbarê wêraniya li Xezeyê ya ji ber êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve pêk hat de daxuyanî da.
Di daxuyanîyê hatiye diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê de 53 hezar ton bombe hatine bikaranîn û di encama bombebaranê de li Xezeyê 52 hezar û 500 xanî bi temamî hilweşîyane û bi tevahî 306 hezar û 500 xanî jî qismî zirar dîtine.
90 dibistan û zanîngeh ji xizmetê ketine
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku di encama bombebarana Îsraîlê de li Xezeyê 126 avahiyên giştî û 112 mizgeftên hikûmetê bi temamî hilweşiyane û 200 mizgeft jî qismî wêran bûne.
Her weha di êrîşan de beşeke mezin a 3 dêran zirar dîtine. 90 dibistan û zanîngeh bi temamî ji xizmetê ketine û zirar li beşeke 282 dibistan û zanîngehan ketiye.
22 nexweşxane ji xizmetê ketine
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê de 22 nexweşxane û 53 navendên tenduristiyê bi temamî ji xizmetê ketine û 138 saziyên tenduristiyê bûne hedef.
Her weha di encama êrişên Îsraîlê de 102 ambûlans têk çûne û nayên bikaranîn.
300 karmendên tenduristiyê mirin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê de 300 karmendên tenduristiyê, 32 wezîfedarên parastina sivîl û 96 rojnameger mirine û 40 personelê tenduristiyê û 8 rojnameger jî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine desteserkirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku 7 hezar kes ku piraniya wan zarok û jin in winda bûne û yan di bin xirbeyan de mane yan jî çarenivîsa wan nayê zanîn.
(AS/AY)