Îsraîlê êrîşî kampeke penaberan kir

Hêzên Îsraîlê bi ser bajarê Tubasê yê Şerîaya Rojava û Kampa Penaberan a El-Fariayê de girt û 3 kes kuştin. Bajar li bakurê Şerîaya Rojaava, Kamp jî li başûrê bajarê Tubasê ye.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFAyê, rayedarên Heyva Sor a Filistînê, ragihand ku hêzên îsraîlî vê sibê bi gelek buldozeran bi ser Kmapa El-Fariayê de girtin û segvan li gelek nîşanbaz li deverên cuda bi cih kirine.
Rayedaran diyar kir ku di dema serdegirtinê de pevçûn di navbera filistînî û leşkerên îsraîlî de derket û leşkerên îsraîlî guleyên rastîn bi kar anîn. Di encamê de Ûsame ez-Zalt û Mûhammed Semîh Beyadîse mirin, 3 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên Heyva Sor her weha diyar kir k udi encama serdegirtina bajarê Tûbasê de şer û pevçûn derketiye û AHmed Deragime bi guleyên leşkerên îsraîlî de mir.
(AS/FD)