Eşref el-Kudra, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê di daxuyaniya xwe de têkildarî êrîşên Îsraîlê yên 126 roj in didomin ên li ser Xezeyê agahî da.
Kudra diyar kir ku hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawî de li Xezeyê 107 filistînîyên din kuştin û 142 Filistînî jî birîndar bûn û destnîşan kir ku ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve hejmara Filistîniyên li Xezeyê mirine derket 27 hezar û 947an û hejmara birîndaran jî derket 67 hezar û 459an.
“Li Xezeyê 17 hezar zarok bê malbat dijîn”
9 Sibat 2024
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref el-Kudra diyar kir ku li Xezeyê di bin xirbeyan û li ser rêyan da mirî hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlê tîmên tenduristiyê û wezîfedarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
(AS/AY)