Komîseriya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dubare kiriye ku li ser axa Filistînê hebûna cî û warên Cihûyan "binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye."
Rupert Colvilleyê Komîseriya Bilind ya Mafên Mirovan ya NYê li Ofîsa Cenevreyê ya NYê di daxuyaniya çapemeniyê ya heftane da der heqê biryara Amerîkayê ya ji bona cî û warên Cihûyan da destnîşan kir ku hebûna cî û warên Cihûyan "binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye."
Biryara Amerîkayê ya ji bona cî û warên Cihûyan
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo duh bi şev destnîşan kiribû li Şerîaya Rojava cî û warên Cihûyan êdî wek dereqanûnî qebûl nakin.
Pompeo destnîşan kiribû ku wek rêvebiriya Donald Trump li Şerîaya Rojava der barê cî û warên Cihûyan da polîtîkaya dema Barack Obama guhertine.
Mîke Pompeo diyar kiribû ku rêvebiriya Jimmy Carterê Serokê Amerîkayê yê 39emîn sala 1978an da diparast ku cî û warên Îsraîlê dijî hiqûqa navneteweyî ne, lê rêvebiriya Ronald Reaganê Serokê Amerîkayê yê 40emîn dijî vê derdiket.
(MB)
*Çavkanî: bianet û Nihat Kavşut/AA